Ji Selahattin Demîrtaş bo Rûdawê name

20-04-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattin Demîrtaş ji Tora Medyayî ya Rûdawê nameyek şandiye û tê de daxwazê dike ku rûniştina wî ya li Enqerê ji nêz ve bişopînin.

Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selaahtin Demîrtaş ji hin rojnamevanên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê re li ser pêvajoya dadgehkirin û zindankirina xwe nameyek şand. Demîrtaş yek ji van nameyan ji Rêveberê Ofîsa Amedê yê Tora Medyayî ya Rûdawê Maşallah Dekak re jî şand.

Demîrtaş di nameya xwe de dibêje ew vê nameyê ji Zindana Edîrneyê ya Tîpa F dinivisîne û wiha dibêje: 

“Hêvîdar im hûn baş in. Ez vê nameyê ji Girtîgeha Edîrneyê ji we re dişînim. Ji 4ê Mmijdara  2016an ve ligel biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî li vê girtîgehê hê jî girtî me. Li kêleka vê nameyê pirtûkçeyek ku parêzerên min ên rêzdar amade kirine pêşkêşî we dikim. Di vê pirtûkçeyê de hûn ê rewşa min a hiqûqî û rastiya wan îdiayên derbarê min de ku li ser Bûyerên Kobaniyê amade kirine jî bibînin."

Silhedîn Demîrtaş di nameya xwe de dibêje di 26ê nîsanê de li 22emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê rûniştina doza wî heye û ew ê di vê rûniştinê de jî bi hevalên xwe yên parêzer re rastiyan yek bi yek bibêjin. Demîrtaş ji nûnerê ofîsa me û ji hemû rojnamevanên ku name ji wan re şandiye dixwaze rûniştina wî ya li Enqereyê ji nêz ve bişopînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst