Rêber Ehmed: Ti pêşveçûnek di rêkeftina Şingalê de çênebûye

20-04-2021
Rûken Bagdu
Nîşan Kurdistan Rêber Ehmed Şingal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand ku ti pêşveçûnek di mijara rêkeftina Şingalê de çênebûye, wan ti pêngaveke erênî ji bo cîbicîkirina rêkeftinê nedîtiye û hêj her heman hêz li Şingalê mane.

Wezîrê Navxwe ya Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro di konferanseke rojnamevanî de behsa çend mijarên di rojevê de û mijara rêkevtina Şingalê kir.

Rêber Ehmed diyar ku valahiya ewlehiyê li navçeyên Kurdistanî derfetan ji terorîstan re peyda dike ku êrîş bikin.

Derbarê êrişa bo ser Hewlêr de Rêber Ehmed got: “Bikaranîna dronê bo êrişkirina ser Firokexaneya Hewlêrê karekî terorîstî û metirsîdar e. Lêkolîn derbarê êrişa li ser Firokexaneya Hewlêrê berdewam in. Bikerên êrişa ser Firokexaneya Hewlêrê li derveyî sînorê Herêma Kurdistanê ne. Êrişên terorîstî yên ku Herêma Kurdistanê, Pêşmerge û hêzên Iraqî dikin armanc hemî encamên vê valahiya ewlehî ne.”

Ehmed diyar kir ku wan bi rayedarên hukûmeta Iraqî re li ser vê mijarê civiyan, û da zanîn ku di warê hevkariyê de li asta serokwezîr têgihiştinek hevbeş heye.

Bi gotina Rêber Ehmed êrîş li derveyî sînorên Herêma Kurdistanê hat kirin û wî got, “Me tenê bi hukumeta Iraq û hevpeymaniyê re nîqaş kir ku bi hevkarî pêşî li van êrişên terorîstî bigirin.”

Herwiha Wezîrê Navxwe eşkere kir ku tê plankirin navendek hevahengiyê di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqî de were damezrandin û eger ew bê kirin, terorîst dê nekarin êrîş bikin.

“PKK zirarê digihîne hemwelatiyên me”

Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê di beşke din a axavtina xwe de bal kişand li ser liv û tevgera gerîlayên PKKê di nav axa Başûrê Kurdistanê de û got: “Tevgerên PKKê zirarê digihînin hemwelatiyên me û pêwîst e ev partî nebe sedema pirsgirêkan bo Herêma Kurdistanê.”

Derbarê vê mijarê de Rêber Ehmed daxwaz ji artêşa Tirkiyê û PKKê kir ku, pirsgirêkên xwe ji Herêma Kurdistanê dûr bikin, ji ber ku ew operasyonên li wir tên kirin, ziyanê digihîne jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê.

“Rêkevtina Şingalê nehate cîbicîkirin”

Têkildarî mijara rêkevtina Şingalê jî , Rêber Ehmed got: “Rêkevtina Şingalê heya niha nehatiye cîbicîkirin. Ti pêşveçûnek di mijara rêkeftina #ingalê de çênebûye, me ti pêngaveke erênî ji bo cîbicîkirina rêkeftinê nedîtiye û mixabin hêj her heman hêz li Şingalê mane.

Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê herwiha got: “Em daxwaz ji hikûmeta federal a Iraqê, tevahiya aliyan û Netewên Yekbûyî dikin ku bi armanca cîbicîkirina rêkeftinê, hevkarî û hevahengiyê li gel Herêma Kurdistanê bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst