Mueyid Teyib: Rûdaw serboriyeke serkevtî ye di medyaya Kurdî de

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskar û helbestvanê navdarê Duhokê, Mueyid Teyib pesnê kar û çalakiyên Tora Medyayî ya Rûdawê da û Rûdaw wek serboriyeke serkevtî di medyaya Kurdî de bi nav kir. Mueyid Teyib got: “Rûdaw cihek e ku rojnamevan têde bi rastî karê rojnamevaniyê dikin.”

Mueyid Teyib ku endamê berê yê parlamentoya Iraqê ye, roja Yekşemê 19ê Nîsanê bû mêvanê bernameya Rojaneya Renc a Rûdaw TV û di vê bernameyê de behsa medyaya Kurdî piştî destpêkirina karê Tora Medyayî ya Rûdawê kir û got: “Pêştir medyayên me medyayên bangeşeyên hizbî bûn, ev cara yekê bû ku medyayê sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kir û li Bakur, Rojhilat, Rojavayê Kurdistanê û li Ewropayê û seranserê cîhanê bû televîzyoneke Kurdî ku em nûçeyên Kurdistanî têde dibînin.”

Teyib herwiha diyar kir: “Ragihandin li Rojhilata Navîn, çi rojname yan kanaleke televîzyonê, aliyek li pişt wan bûye, karê wan ew bûye ku bangeşeyê ji bo xwe bikin û aliyên xwe yên baş nîşan bidin û aliyê beramber neşîrîn bikin. Piştî CNN derket, wê demê xelkê zanî ku ji bilî wê yekê, ragihandin aliyekî wê yê din jî heye.”

Wî parlamenterê berê yê Kurd ê parlamentoya Iraqê, wek mînak amaje bi welatê Swêdê kir ku bi xwe 13 salan li wî welatî jiyaye û got: “Televîzyon ya dewletê bû ne ya hikûmetê, divê ew ji hev bêne cudakirin. Dema televîzyonek ya dewletê be, partiyên desthilatdar û aliyên opozisyonê wek hev û bi yeksanî rê bi wan tê dan, ku axavtinên xwe bikin, ew televîzyona tevahiya xelkê Swêdê bû.”

Bi gotina Mueyid Teyib, “televîzyon ji ber ku diçe nav malan û hemû kes dibînin, divê bi awayekî babetî behsa tiştan bike weke Rûdawê ku niha wisa kar dike û bi awayekê babetî nûçe û bûyeran vediguhêze.”

Tora Medyayî ya Rûdawê ji sala 2013an ve dest bi weşanê kiriye û ji televîzon, radyo, portal ku bi sê zimanên biyanî yên Ingilîzî, Erebî û Tirkî û herwiha du zaravên Kurmancî û Soranî yên zimanê Kurdî babet û nêçeyan diweşîne, herwiha Navenda Rûdawê ya Lêkolînan pêk tê.