Li Çelê şer: 4 kuştî, 6 birîndar

Navenda Nûçeyan - Li navçeya Çelê ya ser bi bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê di operasyonekê de şer di navbera leşkerên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de derket û di encamê de 4 leşker hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn. Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî bûyer piştrast kir.

 

Şer li devera Serîverî ya navbera Çelê û Geverê derket ku dikeve ser sînorê navbera  Bakur û Başûrê Kurdistanê.

 

Li gor Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê doh di operasyonekê de şer di navbera leşkerên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de derketiye û 4 leşker hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne.

 

Herwiha piştî êrîşê li deverê tevgereke leşkerî çêbûye û operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin. Lê heta niha derbarê bûyerê de ji aliyê PKKê ve ti daxuyanî nehatine dayîn.