Li Dîlokê 4 wesayît li hev qelibîn: 11 qurbanî

Navenda Nûçeyan – Li Bakurê Kurdistanê bajarê Dîlokê 4 wesayît li hev qelibîn. Li cihê bûyerê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 ji wan zarok û yek jî jin e. Herwiha di encama bûyerê de 6 kes jî birîndar bûn.


Bûyer duh bi şev di derdora saet 22:10ê de li ser rêya Dîlok û Belkîsê (Nîzîp) di 15emîn kîlometreyê de qewimî. Li gor îdiayan, ajovanê wesayîta ku ji Dîlokê ber bi Belkîsê ve diçû, bêbaldarî wesayîta xwe diajot û piştî ku ji şerîta rê derket li wesayîta ku ji aliyê din ve dihat, qelibî. Piştre 2 wesayîtên din ku li ser rê bûn, li wan otomobêlên ku qeza kirine qelibîn.


Di encama vê bûyerê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 ji wan zarok bûn. Herwiha li cihê bûyerê 6 kes jî birîndar bûn.


Tîmên rizgarkirinê birîndar ji nav wesayîtan derxistin û şandin nexweşxaneyên Dîlokê. Termên 5 kesên ku li cihê bûyerê can dabûn, ji bo diyarkirina nasnameya wan û otopsiyê, veguhastin Saziya Tiba Dadî.