Ji ber kurdî 91 rojan zindan!

Sine (Rûdaw) - Li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê mamosteyek ji ber “zarokên kurd teşwîqî hînbûna zimanê kurdî kiriye”, 91 rojan bi zindanê hatiye cezakirin.

 

Mamosteyê bîrkariyê Tahir Qadirzade, ji ber belavkirina “ramanên neguncan” û “teşwîqkirina zarokan bo hînbûna zimanê kurdî” hat desteserkirin.

 

Dadgeha Sineyê, mamoste Tahir Qadirzade bi 91 rojan (3 meh) ceza kir.

 

Tahir Qadirzade şeşem mamoste ye ku di mehên borî de ji ber wan sedeman ji aliyê Îranê ve hat desteserkirin.