Rojnamevanên kurd di roja rojnamegeriya kurdî de tên dadgehkirin

20-04-2013
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
A+ A-

 Amed (Rûdaw) – Rojnamevanên kurd ku ji doza KCK’ê 16 meh in di girtîgehê de ne, di 22’ê Nîsanê Roja Rojnamevaniya Kurd de derdikevin pêşberî dadgehê. Parêzerê rojnamevanan Firat Epozdemîr, got ew li bendê ne vê carê hemû rojnamevan serbest bêne berdan.

 

Ev 16 meh in 26 rojnamevanên kurd ji doza KCK’ê girtî ne û heta niha ji ber astengiyên li pêşiya kurdî nekarîn parastina xwe ya hiqûqî bikin. Rûniştina 4’emîn a rojnamevanan dê di 22’ê Nîsanê Roja Rojnamevaniya Kurd de li 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. Ji ber ku bi sererastkirinên qanûnî pêşiya parastina bi kurdî vebû, rojnamevan di vê rûniştinê de dê bikaribin bi zimanê xwe yê dayikê parastin bikin. Cara yekemîn e ku dê rojnamevan bikaribin parastina xwe bidin. 

Oral Çalişlar û Ragip Zarakoglu jî dê rojnamevanan biparêzin

 

Parêzerê rojnamevanên kurd Firat Epozdemîr, derbarê danişînê û doza rojnamevanan de ji Rûdawê re axivî. Epozdemîr, diyar kir ew ê di vê dozê de bi dadgehê bidin fêmkirin ku rojnamevan ji ber nûçeyên ku çêkirine û kar û barên xwe yên rojnamevaniyê hatine zindankirin. Epozdemîr, destnîşan kir ew ê rojnamevanên navdar Oral Çalişlar û Ragip Zarakoglu jî weke pisporên rojnamevan di dozê de bidin axaftin û ew ê yek bi yek nîşan bidin ku van rojnamevanan tenê karê xwe kiriye û ji ber vê yekê girtî ne. Epozdemîr, got ew ê bi hemû belgeyan bêgunehiya rojnamevanan îzbat bikin û wiha axivî: “Em ê bidin nîşan ku ev hemû rojnamevan in, xwedî girêbest (peyman) in û nûçeyên ku di angaştnameyên wan de cih girtine di gelek rojname û ajansan de jî hatine belavkirin.”

 

Hiqûqnas Firat Epozdemîr,  bal kişand ku ji doza KCK’ê ya Mêrsînê, ji doza Wanê ya Şaredar Bekîr Kaya jî dihat darizandin û ji doza sendîkavanan hemû girtî ji aliyê dadgehê ve serbest hatine berdan û wiha şîrove kir: “Dema em li aliyê hiqûqî û li pêvajoya nû ya aştî û çareseriyê dinêrin, em dibêjin hemû rojnamevan dê serbest bêne berdan. Ev hêviya me bilind e.”

Ji doza KCK’ê girtî ne

Hêjayî gotinê ye di 20’ê berfanbara 2011’an de di bin navê KCK’ê de li hemberî sazî û dezgehên çapemeniya kurd operasyonek hatibû destpêkirin. Di vê operasyonê de 46 rojnamevan hatin binçavkirin û ji van 26 kes hê jî girtî ne. Rojnamevanên ku hatine girtin li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê, Azadiya Welat, Ozgur Gundem, Demokratîk Modernîte, Belavkariya Firatê û Ajansa Etîkê dixebitîn. 

Yekemîn rojnameya kurdî ya bi navê Kurdistan 22ê Nîsana 1898an ji aliyê malbata Bedirxaniyan ve hatiye derxistin. Li başûrê Kurdistanê 22ê Nîsanê wekî roja rojnamegeriya kurdî tê pîrozkirin. Bi vî awayî li seranserî başûrê Kurdistanê her sal ev roj tê pîroz kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst