Ji ber paverkirinên li ser Îmamoglu 37 kes hatine desteserkirin

Duh li 12:34
RÛDAW
Nîşan Alî Yerlîkaya Ekrem Îmamoglu Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand 37 kesên ku di mijara desteserkirina Ekrem Îmamoglu de li ser medya civakî parvekirinên “provokatîf” kirine, hatine desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Ali Yerlikaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî desteserkirinan daxuyaniyek belav kir.

Yerlîkaya ragihand ku li ser medyaya civakî di çarçoveya tawanên “avakirina hestên nefret û dijminatiyê  û tawankariyê" de 62yê wan derveyî Tirkiyeyê bi giştî 261 hesabên medya civakî hatine diyarkirin.

Yerlîkaya da zanîn ku ji wan 37 kes hatine desteserkirin.

Her wiha Yerlîkaya diyar kir ku ji bo girtina kesên din jî kar û xebatên wan berdewam in.

Li ser daxuyaniya Yerlîkaya Serokwekîlê Koma CHPyê Alî Mahir Başarir li ser medya civakî peyamek belav kir û got:

"Em li hemberî rêbaza we ya darbeyê serî natewînin. Ev tiştê hûn dikin daxwaza tirsandina milyon kesî ye.

Li ser vê yekê jî hûn şerm nakin û dibêjin `aramiya Tirkiyeyê`. Li vî welatî yê aramî nehiştiye hûn bi xwe ne."

Piştî desteserkirina Ekrem Îmamoglu li Tirkiyeyê platformên wekî X, Instagram, Youtube, TikTok hatine sînordarkirin û gelek kes nikarin bi kar bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst