Bafel Talebanî: Newroz ji bo serxwebûnê peyama Kurdayetiyê ye

Duh li 06:02
RÛDAW
Nîşan Bafil Talebanî Newroz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê YNK Bafil Talebanî Newroz pîroz kir û got, "Newroz peyama nûbûn, yekîtî biratî û yekrêziya Kurdayetiyê ye ji bo gihîştina azadî û serxwebûnê."

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî bi minasebeta Cejna Newrozê û sala nû ya Kurdî peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Bafil Talebanî di peyama xwe de wiha got:

Bi boneya cejna Newroza Kurdan û Sersala Nû ya Kurdî ku hevdem e di gel serhildana Kerkûkê ya Qudsa Kurdistanê, pîrozbahiyeke germ li Kurdistaniyên hezkirî dikim û hêviya aştî, aramî, xweşiyê ji bo hemûyan dixwazim.

Newroz peyama nûbûn, yekîtî biratî û yekrêziya Kurdayetiyê ye ji bo gihîştina azadî û serxwebûnê.

Hêvî dikim, ev Newroz bibe sedema aştî, serxistin û piştgîriya doza Kurd li hemû cihî.

Gelê Kurd xwedî jiyaneke bi rûmet e, em bi hev re mil bi mil hewl bidin aştiyeke her timî ji bo gelê Kurd bi dest bixin û ji bo serfiraziya Kurdistanê kar bikin.

Newroza we pîroz, her şad û serbilind bin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst