Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im di nêz de em bikarin hikûmeteke bihêz ava bikin

Duh li 05:27
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Newroz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîr Wezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Newroz pîroz kir û got, "Ez hêvî dikim di pêşrojeke nêz de em bikarin hikûmeteke nû ya bihêz û yekgirtî ava bikin."

Serokwezîr Wezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got:

"Bi minasebeta cejna Newroz û sersala nû ya Kurdî 2725, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî tevahiya Kurdistaniyan, bi taybetî pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlekariya navxwe û kesûkar û malbetên serfiraz yên şehîd û enfalkiriyan dikim.

Hêvî dikim di nava xweşî, aramî û xweşgezeraniyê de bin, spasiya xelkê berxwedêr û nîştimanperwerê Kurdistanê dikim kuîradeya bihêz ya gelê Kurdistanê wisa li me dike bi awayekî geşbîn li pêşerojeke baştir binêrin

Ez hêvî dikim di pêşrojeke nêz de bikarin hikûmeteke nû ya bihêz û yekgirtî ava bikin û bi awayekî baştir bikarin karnameya reforman bidomînin û zêdetir xizmeta tevahiya welatiyên herêma Kurdistanê bikin û welat ber bi qonaxeke pêşkeftîtir û geşekirî ve bibin.

Newroza we pîroz be. Xwedê mezin Kurdistan û Kurdistaniyan biparêze."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst