Stephan Hitchen: Newroz sembola gelê Kurd e

20-03-2024
RÛDAW
Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen /Wêne: Rûdaw
Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen /Wêne: Rûdaw
Nîşan Stephen Hitchen Newroz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Stephen Hitchen bi rêya Rûdawê peyama pîrozbahiya Newrozê belav kir û got, “Pêxistina agir li ser çiyayan sembola serkeftinê ye. Hêmaya xweragiriya xelkê Kurd bû. “

Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen ji Rûdawê re axivî.

Hitchen derbarê pîrozkirina Newrozê de got, “Ev Newroz, demeke baş e ji bo hizirkirina paşerojê û çawaniya kombûna Kurdan û aheng ji bo aniha xweş e dîrokeke dûr û dirêj vedibêje ku Newroz jî dîroka me gelekî kevntir e.”

“Pêxistina agir li ser çiyayan hêmaya serkeftinê ye”

Herwiha Stephen Hitchen wiha anî ziman, “Pêxistina agir li ser çiyayan hêmaya (Sembola) serkeftinê ye.

Hêmaya xweragiriya xelkê Kurd bû. Ez wan taybetmendiyan îro jî di Kurdan de dibînim."

Newroza îsal di meha Remazanê de ye û herwiha tê pêşbînîkirin di rojên rojên merasîmên Newrozê pêleke barîna baranê Herêma Kurdistanê bigire.

Lêbelê li gel wê yekê jî li çend bajar û parêzgehên Herêma Kurdisanê ahenga Newrozê tê sazkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst