Li Şirnex û Wanê dibistan hatin girtin

20-03-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Berf Dibistan Şirnex
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber rewşa hewayê û şiliya zêde li du navçeyên Şirnexê û 11 navçeyên Wanê, îro dibistan hatin girtin.

Li Bakurê Kurdistanê berf û şilî berdewam dike û tevî hatina biharê zivistan dijwartir bûye.

Li 11 navçeyên Wanê ji ber şert û mercên neyînî yên hewayê dibistan îro hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Wanê, li tevahiya bajêr û navçeyan berf zêde dibare û tesîra wê heye.

Ji ber berfa ku zêde dibare îro li navçeyên Bêgir, Îpekyolu, Artemêt, Tuşba, Elbak, Payîzava, Qelqelî û Ebexê li dibistan, saziyên perwerdeya taybet û navendên rehabîlîtasyonê perwerde hat rawestandin.

Hat ragihandin ku karmend, astengdar, jinên ducanî û kesên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene jî dê neçin kar.

Beriya vê ji ber rewşa hawayê ji bo Şax, Miks û Mahmudiyeyê daxuyanî hatibû dayîn.

Şirnex

Li hêla din, Parêzgariya Şirnexê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku li navçeyên Elkê û Qilebanê ji ber berfa zêde îro hemû dibistan hatine girtin.

Parêzgariya Şirnexê herwiha diyar kir ku karmendên astengdar û yên ducanî bi destûr tên hesibandin û dê neçin kar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst