Ciwanên Kurd bi meşaleyan ber bi gora Ehmedê Xanî ve meşiyan/Wêne: Platforma Ciwanên Serbixwe
Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Ciwanên Serbixwe li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li ber goristana Ehmedê Xanî şahiyeke Newroz saz kir.
Pîrozbahiyên Newrozê li her 4 parçeyên Kurdistanê berdewam dikin.
Li bajarê Agiriyê yê Bakurê Kurdistanê komeke ciwanên Kurd a bi navê “Platforma Ciwanên Serbixwe” îro êvarê li bajarê Bazîdê li kêleka Qesra Îshaq Paşa û gora Ehmedê Xanê ahengeke Newrozê saz kir.
Di dîmenan de tê dîtin ku bi dehan ciwanan bi meşalayan ji Qesra Îshaq Paşa û Gora Ehmedê Xanê ber bi Çiyayên Agiriyê dimeşin, sirûdên Kurdî dixwînin, sloganên bijî Kurdistan berz dikin.
Ji ber meha Remezanê û rewşa keşûhewayê pîrozbahiyên Newrozê îsal li gelek bajar û bajarokên Kurdistanê zû dest pê kirin.
Platforma Ciwanên Serbixwe li navçeya Bazîdê ya Agiriyê ji bo pîrozbahiya #Newroz`ê bi meşaleyan ber bi gora #EhmedêXanî ve meşiyan pic.twitter.com/bmlDD72SRG
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 20, 2024
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse