Mesrûr Barzanî: Newroz bûye sembola serkeftin û azadiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Mesrûr Barzanî got, “Newroz ji bo gelê Kurdistanê her tim bûye sembola serketin, azadî, rawestana li ber sîtemkarî û zordaran û destpêka serdemeke nû.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina cejna Newrozê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama Newrozê de got, “Bi boneya hatina cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî 2724an, pîrozbahiya herî germ li hemû Kurdistaniyan bi taybetî li Pêşmergeyên qehreman, hêzên asayişa navxwe, malbatên şehîdan û qurbaniyên Enfalê dikim û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo wan dixwazim.”

“Newroz bûye sembola serkeftin û azadiyê”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, “Newroz ji bo gelê Kurdistanê her tim bûye sembola serketin, azadî, rawestana li ber sîtemkarî û zordaran û destpêka serdemeke nû.”

Di berdewamiya peyama xwe jî de Mesrûr Barzanî wiha anî ziman, “Rêz û pêzanîna min ji bo gelê xweragir ê Herêma Kurdistanê heye, mixabin bûye qurbaniyên lîstika siyasî ya hinek kes û aliyên ku ji bo berjewendiyên xwe bazirganiyê bi mafên destûrî û mafên darayî yên gelê Kurdistanê dikin.

Lê belê em piştrast in ku îradeya jiyana azad û serbilind a gelê Kurdistanê dê bi ser bikeve.

Hêvîdar im sala nû bibe sala dawîlêanîna hemû nexweşî, zilm û neheqiyên ku li ser gelê Kurdistanê têne kirin.”