Li Wanê rêyên 446 gundan hatin girtin

20-03-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Rêya Gundan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê, ji ber berfê rêyên 446 gundan hatin girtin.

Li Wanê 3 roj in rewşa hewayê xirab e û berf dibare.

Ji ber berfê welatî di jiyana rojane de rûbirûyê pirsgêrêkan dibin û hatûçûn radiweste.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand, li tevahiya parêzgehê ji ber berf û pûkê rêyên 446 gundan hatine girtin.

Tîmên pêwendîdar xebatên vekirina rêyên gundan berdewam dikin.

Li navçeyên Tûşba, Rêya Armûşê û Artemêtê ji ber berf û baranê cade, kolan û mal di bin avê de man û pirsgirêkên hatûçûnê çêbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst