Serok Barzanî û Muhsîn Mendelawî li ser hilbijartinan axivîn

20-03-2024
Nîşan Serok Barzanî Muhsîn Mendelawî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Barzanî û Muhsîn Mendelawî li hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û rûdanên dawiyê yên siyasî axivîn.

Serok Barzanî doh li Pîrmamê Serokê Demkî yê Parlamentoya Îraqê Muhsîn Mendelawî qebûl kir.

Ofîsa Barzanî ragihand ku di hevdîtinê de rûdanên dawiyê yên qada siyasetê hatine nirxandin.

Her du aliyan daye zanîn ku divê hilbijartin bi awayekî adil werin kirin û di hilbijartinan de mafên hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê werin parastin.

Li aliyê din, Ofîsa Muhsîn Mendelawî jî ragihand ku di vê hevdîtinê de mijarê wekî “rûdanên dawiyê yên siyasî û civakî, mafên destûrî, şandina mûçeyên karmendan û biryara Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a boykotkirina hilbijartinan” hatine gotûbêjkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihandibû ku dê hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê 10ê Hezîranê werin kirin.

Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê kêm kir û kotaya pêkhateyan rakir.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 18ê vê mehê ragihand ku ew beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê nabin.

PDKyê diyar kir ku wan piştî biryarên Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê ev biryar daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst