Li Mêrdînê êrîşa çekdarî: 2 kuştî, 1 birîndar

20-03-2023
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, îro 20ê Adarê di êrîşeke çekdarî de 2 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.

Li Kolana Nexweşxaneyê ya Qoserê, îro 20ê Adara 2023ê hinek kesên nehatin zanîn kî ne, bi çek êrîşa otombîlekê kirin. Di encama êrîşê de 2 kes hatin kuştin û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Hejmareke zêde ya polîsan û tîmên tendirsutiyê bo cihê bûyerê hatin şandin. Termê her du kesan û yê birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê hatin veguhestin.

Derbarê bûyerê de lêkolîn û bo desteserkirina êrîşkaran xebat hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst