Nêçîrvan Barzanî: Em destê biratiyê dirêjî Iraq, welatên cîran û hemû cîhanê dikin

20-03-2023
RÛDAW
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Newroz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya bi helkefta Cejna Newrozê de ragihand: “Em wek Herêma Kurdistanê destê biratî, pêkve jiyan, hevdû qebûl kirin û xweşbîniyê dirêjî Iraq, welatên cîran, hemû gel, netewe û civakên navçeyê û cîhanê dikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Cejna Newrozê peyamek vîdyoyî belav kir.

Nêçîrvan Barzanî Cejna Newrozê li gelê Kurd ê li Kurdistan û hemû cîhanê, li malbatên şehîdan û hêzên asayîşê pîroz kir. Barzanî pîrozbahî û silav li her kesê ku di avadankirin, geşepêdan û geşbûna Kurdistanê de para xwe hebûye kir.

Nêçîrvan Barzanî anî ziman “Newroz cejna netewî ya Kurdan e. Cejna serketin, xwebawerî, serbilindî û rûmetê ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya pîrozbahiya Newrozê de wiha got:

“Sembola vejîna ruhê kurdewarî, evîna jiyan û mirovatiyê ya kurdan û hemû gelê Kurdistanê ye. Bi Newrozê re azadî, hesreta jiyaneke bi rûmet û hêviya paşerojeke baştir di can, xwîn, dil û mejiyê her Kurdekî de nû dibe.

Weke her car agirê Newrozê bawerî û hêza me ji nû ve geş dike. Ji bo vê jî kurd têk neçûn û dê nebin jî. Ji ber ku her biharê bi roniyên ewil ên Newrozê re ruhê berxwedan, azadî û serfiraziyê li her Kurdekî zindî dibe.

Azadî û destkeftî berhema ruhê ku netewe û gelê Kurd bi Newrozê afirandiye ye. Bi can, xwîn, hêsir û têkoşîn û berxwedana bi dehan salan a şoreşgerên Kurd û Kurdistanî pêk hat.

“Kurd dê bi her agirê Newrozê ji nû ve rabin”

Em hemû dilgirtin û zilma duh bi bîr tînin. Em hemû girtin, komkujî, sirgûn, şewitandin, êrîşên wêrankirinê, kîmyabaran, Enfal û qirkirinê bi bîr tînin û tu carî ji bîr nakin.

Lê ev hemû nekarîn vîna jiyan, azadî û bextewariyê ya Kurd û gelê Kurdistanê bişkînin! Ji ber ku bi pêxistina agirê yekem a her Newrozê re Kurd wê dîsa rabin ser piyan û bi hêztir dest pê bikin.

Di Newrozê de evîna azadî, ax û welat, evîna netewî di nav Kurd û gelê Kurdistanê de ji nû ve çêdibe. Ev raza hebûn û vejîna vî miletê zindî ye, ku çekên herî zalim û bi hêz ên serdemê jî nekarîn û nikarin têk bibin.

“Em bi hev re dikarin Iraqê ji bo hemûyan bikin welatekî baştir”

Barzanî xwest ku di Newrozê de her kes bi malbat, xizm û hevalên xwe re têkiliya hezkirinê xurt bike û dibêje “Di asta siyasî de em Newrozê bikin firsendeke nû ji bo hevkarî, hevpejirandin û bi hev re karkirinê daku em bi yek dengî û yek helwest, li ser bingehê destûrê bi rêya diyalogê, pirsgirêk û nakokiyên Herêma Kurdistanê derbas bikin û pirsgirêkan çareser bikin.”

Barzanî got jî “ Bi vê minasebetê ez bang li aliyên Iraqî dikim ku bi hev re ji bo Iraqeke ku welatê me hemûyan be, bi ruhê Iraqeke netewî ku ji partî, netew, ol û mezheban derbastir be, kar bikin. Iraqeke ku aştî, aramî, serwerî, jiyan, rûmet, niha û paşeroj ji bo nifşên paşerojê were parastin. Em bi hev re dikarin Iraqê ji bo hemûyan bikin welatekî baştir.”

Barzanî amaje bi wê yekê jî kir, ku pêşketinên li gel hikûmeta Iraqê di rêyeke rast de çêdibin, ew gavên ku tên avêtin hêviyê dide û pêbaweriya di navbera alî û civakan de ji bo çareserkirina pirsgirêkan, dê Iraqê bike welatekî bihêz, ewle û rêzdar.

Nêçîrvan Barzanî got: “Herêma Kurdistanê ji bo serxistina rojeva hikûmetê, proseya siyasî û prensîbên demokrasiyê li Iraqê li ser bingeha destûrê amade ye her cure alîkariyê pêşkêş bike.”

“Weke her car em ê bibin hêmanên aştî û aramiyê”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha got “Coş û kelecana Newrozê nîşaneya ruhê jiyanparêz û aştîxwaz a Kurd û Kurdistanî ye.” Barzanî diyar kir ku kernevala ku li xwezaya xweş a Kurdistanê tê pîrozkirin, ji dil û can û aştî, bextewarî, pêkvejiyan û aştiyê tê.

Barzanî dibêje “Em wek Herêma Kurdistanê destê xwe yê biratî, pêkve jiyan, hevpejirandin û lêborînê dirêjî Iraq, welatên cîran, herêmê û hemû gel, netewe û civakên cîhanê dikin. Weke her car em ji her kesî re piştrast dikin ku em ê bibin hêmana aştî û aramiyê, parêzvanê yekîtî û berjewendiyên hevpar.”

Barzanî pîrozbahiya Newrozê li gel û neteweyan Newrozê pîroz dikin jî kir û got “ Em spasiya welatên dost, civaka navdewletî, dîplomat û rêxistinên navdewletî yên li Herêma Kurdistanê dikin ku piştgirî kirine. Em Newroza her kesî pîroz dikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de bang kir û got “Ez ji we hemwelatiyên hêja daxwaz dikim ku hûn di rêwîtiyê de baldar bin. Paqijiya jîngehê û xwezaya xweş a Kurdistanê biparêzin. Rêgezên trafîkê bişopînin”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst