Cîhan bi rêya Rûdawê Newrozê pîroz dike

20-03-2023
RÛDAW
Nîşan Newroz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûneratiyên biyanî, siyasetmedar, balyoz û konsulên Iraq û Herêma Kurdistanê bi rêya Rûdawê Cejna Newrozê pîroz kirin.

Wê îro li hemû bajarên Herêma Kurdistanê agirê Newrozê were pêxistin û Cejna Newrozê jî bi çalakiyên curbecur were pîrozkirin. Çalakiya li paytext Hewlêrê wê li Parka Şanedar bi beşdariya gelek rayedar, kesayet û hunermendan were lidarxistin.

Roja borî balyoz û nûnerên 123 welatan ji bo beşdarbûna ahenga Newroza Herêma Kurdistanê hatibûn Hewlêrê.

Ji aliyê din ve balyozên welatên cuda yên cîhanê li Iraqê û konsulên Herêma Kurdistanê ji mîkrofonên Rûdawê peyamên pîrozbahiyê ji gelê Kurd re şandin.

Balyozê Japonî Matsumoto: Ez ji Japonyayê peyama aştiyê dişînim

Balyozê Japonê li Iraqê Futoshi Matsumoto bi Kurdî got “Îro ez dixwazim Newrozê li Tokyoya Japonyayê pîroz bikim, ango bi dara Sakula re, an jî dara Kîrazê ya li Japonyayê. Ez dixwazim ji Japonê peyama aştiyê bigihînim hemû gelê Kurdistan û Iraqê. Gelek spas û bi xatirê te.”

Balyoza Awustralya Ganly: Ez ji bo Newrozê diçim Akrê

Balyozê Awustralya li Iraqê Paula Ganly jî dibêje “Ez pir kêfxweş im, min hêvî dikir ku par li vir bim, lê min nekarî. Niha ez li vir im û van gundên xweş dibînim. Lê ez diçim Akrê û ji bo şahiya Newrozê ya gelê Kurd jî beşdarî vê gerê bibim. Newroz pîroz be, spas ji bo mêvandariya we ya xweş.”

Balyozê Norwêcê Lindbeck: Newroz li we hemûyan pîroz be

Balyozê Norwêcê yê Iraqê Espen Lindbeck jî di peyama xwe ya Newrozê de got “Ez gelekî kêfxweş im ku li vir im. Newroz li hemû kesên li vir pîroz be. Spas dikim "

 

Balyozê Pakistanê: Spas ji bo mêvandariya we

Balyozê Pakistanê li Iraqê Ehmed Emced diyar kir “ Bi minasebeta hatina Newrozê pîrozbahiyê li rêberatî û gelê Kurdistanê dikim. Em gelek sipasiya Serok Mesûd Barzanî, Serokwezîr Mesûr Barzanî û Serok Nêçîrvan Barzanî dikin ku bi vê minasebetê mazûvaniya hemû balyozankirine. Li ser navê gelê Pakistanê em pîrozbahiyê li hemû xwişk û birayên xwe yên Kurdistanê dikin.”

 

Balyozê Sûdanê Surulhatim: Ez Newroza gelê Kurdistanê pîroz dikim

Balyozê Sûdanê li Iraqê Abdurrahim Syurulhatim jî ragihand “Bi navê Xwedayê mezin. Em gelek kêfxweş in ku îro li Hewlêrê ne. Ji bo vê mêvandariya xweş em spasiya Wezareta Derve û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin. Em dixwazin Newroz bibe wesîleya xêrê. Ez Newroza gelê Kurdistanê pîroz dikim.”

Wekîlê Konsulê Almanya Mossler: Newroz sembola aştî û azadiyê ye

Wekîlê Konsulê Giştî yê Almanyayê yê li Hewlêrê Sven Mossler jî di peyama xwe de van îfadeyan bi kar anî:

“Di 21ê vê mehê de kurd dest bi pîrozkirina Newrozê dikin, şansa min heye ku ev cara duyemîne ez li Herêma Kurdistanê pîroz bikim û gelekî kêfxweş im. Kurd bi sedsalane hatina buharê pîroz dikin û ji bo ku malbat, dost û heval û nasên li hev bicivin, boneyeke xweş e.

Di heman demê de ev cejna sersala kurdî ji bo parastina nasnameya kurdî girîng e û sembola aştî û azadiyê ye. Her wiha Newroz bingehên xurt ên demokrasiyê, ku mafên mirovan û rêzgirtina li hemberî hev, tîne bîra mirovan, Li welatê me Almanya Newroz di nav kurdan de kevneşopiyeke berdewam e. Ji çar aliyên cîhanê hejmareke mezin ji kurdan ji bo jiyaneke xweş çûne Almanya û ew beşekî civaka me ne û civaka me dewlemend dikin. Hêvîdarim kurdên Herêma Kurdistanê, Almanya û hemû cîhanê cejna Newrozê xweş pîroz bikin. Sala nû li we pîroz be.”

Konsulê Hollandayê Beerends: Hêvîdar im Newroz baş derbas bibe

Jaco Beerends Konsulê Giştî yê Holanda li Hewlêrê anî ziman “Cejna Newrozê li gelê Herêma Kurdistanê pîroz dikim ku di dîrokê de rojekee gelekî girîng e. Ji gelê Kurdistanê re destpêkek nû û biharek nû dixwazim. Ev beşek girîng a salê ye û boneyeke girîng e ku hûn bi malbata xwe re derkevin derve, biçin seyranan û di xwezayeke xweş de kêfxweş bibin. Daxwaza min ji xelkê ew e ku piştî aheng û seyranan cihê xwe paqij bikin, da ku em vê xwezaya xweş ji bo nifşên din biparêzin. Her wiha ez hêvîdar im ku her kes kêfxweş be û ez hêvî dikim ku roj sayî be û em cejnek xweş derbas bikin. Ez dixwazim di dawiyê de bêjim, Hemû rojên we Newroz be, Newroza we pîroz be.”

Serkonsulê Hindistanê Kain: Kurdistan jî wek Hindistanê xwedî çandên cuda ye

Konsolê Giştî yê Hindistanê yê li Hewlêrê Subhash Chandra Kain jî diyar kir ku Kurdistan û Hindistan xwedî çandên cuda ne û di vî warî de xwedî nirxên hevpar in û bi bîr xist ku Newroz li welatê wî jî tê pîrozkirin.

Kain got “Zor Spas Peyam xanim. Hêvîdar im ji bo xelkê Kurdistanê Newroz rojeke xweş be, Kurdistan jî weke Hindistanê çandên cûda li xwe digire. Çand, ziman û olên cûda têde hene, ev yek ji aliyên wekheviyên me ye. Ahenga Newrozê li Hindistanê jî tê birêvebirin. Newroz destpêkeke nû bi xwe re tîne. Hêvîdar im ev destpêka nû derfeteke baş û kêxweşî bo xelkê Herêma Kurdistanê bi xwe re bîne. Her wiha hêvîdar im peywendiyên navbera Hindistan û Herêma Kurdistanê de bi hatina Newrozê bi awayekî bihêztir geş bibe.”

Konsulê Yunanê Kyrimis: Ji gelê Kurd re aştî û bextewariyê dixwazim

Konsolê Giştî yê Yunanê li Hewlêrê Stavros Kyrimis di peyama xwe de got “Ez dixwazin bi rêya weşana Rûdawê bi boneya sala nû ya Kurdî, hêviya aştî û kêfxweşiyê ji gelê Kurd re bixwazim. Em weke Yûnanî di dîrok we de baş şareza ne. Peyama li pişt wê jî bingeha pirçandî, lêborîn, pir-ol û pirneteweyî ye. Tişta ku ez dixwazim bi we re parve bikim ev e ku ez hêvî dikim ku paşeroja Herêma Kurdistanê û sala bê rengê jinan zêdetir geş bibe. Ji ber bi boneya cejnê, herêma Kurdistanê bi awayekî aştiyane bihêztir dibe. Hêvîdar im Newrozeke xweş be… Newroza we pîroz be”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst