Riha: Lêgerîna li şofêrê barhilgirê ku ber avê ketibû berdewam e

Hewlêr (Rûdaw) - Di roja şeşemîn a lehiyê de termê şofêrê barhilgirê Emîn Ergûn li ber lehiyê çûbû nehatiye dîtîn û karûbarên lêgerîna li pey wî bi tîmeke 100 kesî berdewam in.

Roja Çarşemê 15ê Adara 2023an şofêrê  barhilgirê Emîn Ergûn ku temenê wî 24 sal in li ser rêya sereke ya di navbera navçeyên Hilwan û Hewengê yên  parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê de li ber lehiyê ketibû û ev 6 roj in termê wî nehatiye dîtin.

Xebatên lêgerîna welatiyê navborî di roja şeşemîn de bi tîmeke 100 kesî berdewam in.

Li gor zanyariyan herî dawî şopa barhilgira   şofêrê navborî  di bendava Ataturkê de hatiye dîtin û li dewrûberên bendavê xebatên lêgerînê îroa roja Dûşemê 20ê Adara 2023an berdewam in.

Tîm hewl didin xwe bigihînin wî lê ji ber ku piştî lahiyê av şêlî bûye ev yek ji karûbarên tîman re astangiyan çêdike.

Ev di demekê de ye hefteya borî 15ê mehê li parêzgehên Riha, Semsûr, Meletî û Amedê yên Bakurê Kurdistanê piştî baraneke bihêz lehî rabibû û bibû sedema zererên canî û darayî.

Lehiyê herî zêde zerer li Riha û Semsûrê kiribûn. Di encama lehiyê de li Rihayê 16 kes û li Semsûrê jî 2 kesan cane xwe ji dest dabûn. Li herdû parêzgehna karûbarên lêgerîna li pey 3 welatiyan jî berdewam in. Lehiyê zerera herî zêde ya maddî gihand Rihayê û ji ber lehiyê av ket hindirê bi dehan kargeh û dikanan û bi sedan otomobîlên welatiyan li ber lehiyê çûbûn û zerer gihiştibû wan.