Li Akrê 8 grûpên xwebexş amadekariyên Newrozê dikin

20-03-2023
Nayîf Remezan
Li Akrê 8 grûpên xwebexş amadekariyên Newrozê dikin
Li Akrê 8 grûpên xwebexş amadekariyên Newrozê dikin
Nîşan Akrê Newroz 2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Akrê ya ku wek paytexta Newrozê li Başûrê Kurdistanê tê naskirin, bala xelkê salane li agir û merasîma wî bajarî ne.

Her sal di êvara Newrozê de di 20ê Adarê de, weke pêşwaziya li Newrozê û sala nû ya Kurdî û werza biharê, weke kevneşopî li her çar parçeyên Kurdistanê agirê Newrozê tê pêxistin.

Ev taybetmendî bûye sedem ku navçeya Akrê di sala 2018an de ji aliyê encûmena parêzgeha Duhokê ve weke paytexta Newrozê bê naskirin.

Ji bo pêxistina agirê Newrozê li Akrê meşaleyên dawî jî hatin amadekirin. 2500 meşale û 3500 topên agirîn ji aliyê heşt komên xwebexş ji bo agirê Newrozê hatin çêkirin. Aîd Akreyî yekem kes bûye ku li Akrê meşale çêkirin û 27 sal in berdewam e di karê xwe de. Aîd Akreyî 23 sal in li Brîtanyayê dijî, hemû Newrozan vedigere Akrê ji bo beşdariya karnavala Newrozê.

Serpereştyarê Koma Kelê Aîde Akreyî got, “Di sala 1996an de 21 meşale hebûn îro bi hezaran meşale hene û ne tenê li Akreyê li hemû bajarên Kurdistanê tên çêkirin, îsal jî me xwe amade kiriye û tenê ji bo Keleha Akrê me 320 meşale amade kirine ligel 100 topên agirîn.”

Li serê gir tên danîn, tîmeke pispor kar li ser dike. Her wiha sîstemeke ronahiyê jî tê danîn û di navbera Kelê û Kela Kevnê wêne pê têne duristkirin. Li gor kompanyaya serpereştyar, ev yekem car e sîstemeke bi vî awayî li Iraqê û Herêma Kurdistanê tê bikaranîn.

Rêveberê Kompanyaya MRF li Akrê Mesûd Hacî anî ziman, “Di destpêkê de di navbera Kelî û Kele Kevnê de şelalek li bilindahiyên çiyê tê xwarê perdeya 50 metre wê bikeve ser navê Akrê û li her du aliyan yariyên agirî dê ji vî rexî bo wî rexî biçin û ser de jî biteqin.”

Rêveberiya Geştûguzariyê ya Akrê pêşbînî dike ku zêdetirî 100 hezar geştiyar ji bo karnavala Newrozê serdana Akrê bikin. Li 5 cihan meşale dê ber bi serê çiyan ve hilkişin, dê hemû geştyar dîmenên balkêş ên Newrozê bibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst