Li Erzînganê lehî rabû

20-03-2023
RÛDAW
Nîşan Erzîngan Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Ciminê ser bi parêzgeha Erzînganê ya Bakurê Kurdistanê ji ber barana zêde ava kenalan bi ser de çû û bû sedema xirabûna rêyan.

Li gor agahiyan roja 20ê Adara 2023an li navçeya Ciminê ya parêzgeha Erzînganê ji şeva borî ve baraneke zêde dibare û li çend gundên navçeyê kenalên avê tijî ax û kevir bûne û ji ber wê yekê jî av bi ser rêyan de rijiyaye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî, cenderme û agirvemirandinê çûne navçeyê û dest bi kar û xebatê kirine. Tîmên girêdayî Şaredariya Erzînganê jî bi makîneyên kar ji bo paqijkirina kevir û axa ketine ser rêyan dest bi xebatê kirine.

Li gor zanyariyên herî dawî di encama vê yekê de zerareke canî çênebûye û barîna baranê berdewam e.

Saziya Keşnasî a Tirkiyê îro piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê jî di nav de bo 51 parêzgehan hişyariya barana zêde daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst