Mesrûr Barzanî: Newroz sembola serkeftin û azadiya gelê Kurdistanê ye

20-03-2023
RÛDAW
Nîşan Mesrur ​​Barzani Newroz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya Newrozê de got “Newroz sembola yekîtî, pêkvejiyan, serketin û azadiya gelê Kurdistanê ye.” Barzanî her wiha bang li wezîrên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) yên di hikûmetê de jî kir ku vegerin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi daxuyaniyeke nivîskî cejna Newrozê pîroz kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got “Bi minasebeta hatina cejna Newroz û sersala nû ya Kurdî, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî tevahiya Kurdistaniyan, bi taybetî pêşmergeyên qehreman, hêzên asayîşa navxwe, kesûkar û malbetên serfiraz yên şehîdan û enfalkiriyan dikim. Hêvî dikim di nava xweşî, şadî û aramî de rojên cejnê derbas bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz ji welatiyan kir ku di dema seyran û geştan de paqêjiya jîngeha bedew a Kurdistanê biparêzin û pêbendî rênimayiyên hatûçûnê bin û dûrbin ji tundajoyî.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya peyama xwe de wiha got “Cejna Newrozê sembola yekgirtin, yekrêzî, serkeftin û azadiya Kurdistanê ye, di vê minasebetê de tekez li ser tebayî û hevhelwestiya xelkê Kurdistanê dikin û bo parastina destkeftin netewî û berevanî kirin ji mafên destûrî yên gelê Kurdistanê.

Herwiha bi vê minasebeta han bo berejwendiyên giştî û nehêştina dilgiraniya welatiyên hêja û afirandina rewşeke aram daxwaz ji birêz Cîgirê Serokwezîr û tîma wezarî ya Yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê dikim ku, piştî bi dawî hatina rojên cejnê, vegerin bo civînên civata wezîran daku, tevahiya kêşeyan di cîh û pêgehên fermi yên xwe de werin giftûgokirin û bihev re hewl bo xizmet kirina zêdetir ya xelkê Kurdistanê û cîhbicîh kirina karnameya kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê bidin.

Cejna Newrozê li tevahiya we pîroz be û Kurdistan hertim di nava aramî û pêşkeftinê de be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst