Daxwaz û peyama welatiyan li Newrozê: Aştî û azadî

20-03-2022
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Daxwaza sereke ya welatiyan; aştî û azadî ye
Daxwaza sereke ya welatiyan; aştî û azadî ye
Nîşan Newroz Bakurê Kurdistanê Kurd Kurdistan Aştî Azadî Hereketa Azadî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Ji 15ê adarê ve li dehan bajar, navçe û bajarokên bakurê welat agirê Newrozê bi coş û peroşeke mezin tê pêxistin. Daxwaz û peyama sereke ya welatiyan li ahengên Newrozê: aştî û azadî.

Îsal hûr û gir li hemû bajar û bajarokan li 72 cihan Newroz tê pîrozkirin. Yek ji navendan jî navçeya Bismila Amedê ye. Newroz her çiqas weke şahiyek jî be, ji ber şert û mercên siyasî yên welêt dirûşm û daxwazên ku derdikevin pêş jî zêdetir daxwazên kolektîf in.

Daxwaza sereke ya welatiyan; aştî û azadî ye.

Di şahiyan de zarok jî cih digirin û yek ji wan dibêje, “Newroz pîroz be.”

Welatî, “Em aştiyê dixwazin. Em yekitiyê dixwazin.”

Dayikek, “Kurmanc jî însan in. Tev hatine kuştin. Aştî aştî aştî.”

Welatiyek, “Aştiyê, barişê em dixwazin.”

Welatiyek, “Bila xwîn nerjie. Her bijî Kurdistan. Em azadiyê dixwazin. Kurdistanê dixwazin. Em doza xwe dixwazin. Her bijî.”

Welatiyek din dibêje, “Em aştiyê dixwazin, azadiyê dixwazin, wekheviyê dixwazin.”

Zarokeke din jî bi dibêje, “Newroz pîroz be.”

Li gorî biryara ku Komîteya Amadekar a Newrozê girtibû bajarên sereke jî tê de pîrozbahiyên Newrozê bi hevkariya 7 partî û rêxistinên kurdan têne birêvebirin. Ji niha de li gelek bajar û navçeyên sereke ev pîrozbahî pêk hatine.

Welatî, “Ez li ser cenaze jî bim ez ê herim newroza Amedê. Ez ê herim Amedê, Diyarê bekir.”

Welatî, “Ez ê di 21'ê mehê de biçim Newroza Amedê. Mehek e ez li benda wê me. Çawa neçim?”

Ji bo hemû pîrozbahiyan her çiqas amadekariyeke xurt hatibe meşandin jî amadekariya herî xurt ji bo pîrozbahiya bajarê Amedê tê kirin. Lewre Amed di hêla girseyî û peyamên siyasî de ji hemû bajarên kurdan zêdetir derdikeve pêş.

Qada pîrozbahiya Newrozê ya Amedê ji 156 hezar metrekareyan pêk tê û platforma Newrozê jî 320 metro ye. Di pîrozbahiya Amedê de her sal bi qasî 5 ton êzing û dar tên şewitandin.

Îmam Taşçier, Parlamenterê HDP'ê yê Amedê, dibêje, “Newroza we pîroz be. Newroza gelê Kurd pîroz be. Newroza Kurdistaniyan pîroz be.”

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz û Serokê Partiya Azadiyê Ayetullah Aşitî dê di Newroza Amedê de biaxivin.

Ji çar perçeyên welat û cîhanê jî bi hezaran kes ji bo Newroza Amedê weke mêvan hatine vexwendin. Dirûşma îsal a Newrozê jî `Dem Dema Serkeftinê` ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst