Li 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê perwerde hat rawestandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Qers, Sêrt, Erzerom û Erdxanê yên Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfa zêde perwerde hat rawestandin.

Li sînorê parêzgeha Qersê dibistan bo dema rojekê hatin girtin.

Li gor daxuyaniya parêzgariyê, ji ber ku li tevahiya bajêr berf dibare, hemû dibistan sibê Duşembiyê 21ê Adarê tên girtin, herwiha astengdar û jinên ducanî ku di saziyên giştî de dixebitin jî sibê dikarin neçin ser kar.

Herwiha berf û bagerê li Qersê rêyên 240 gundan jî girtiye.

Li Perwariyê perwerde hat rawestandin

Li aliyê din li navçeya Perwariyê ser bi parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber berfê roja Duşemê 21ê Adarê perwerde hat rawestandin.

Li Perwariyê çend roj in berfeke zêde dibare û rêya 32 gundan hatiye girtin.

Qeymeqamtiya Perwariyê ragihand, li navçeyê barîna berfê berdewam e û ji ber vê roja Duşemê 21ê Adarê li tevahiya navçeyê perwerde hatiye rawestandin.

Herwiha, dê karmendên hikumî yên kêmendam û ducanî wek bi molet bên qebûlkirin û neçin ser kar.

Herwiha li parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs, Mûş, Şirnex, Xarpêt, Sêrt û Çewligê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber berfê rêyên 1242 gundan hatine girtin.

Erzerom

Ji ber berf û rewşa hewayê li navçeyên Tortim, Norgeh û Espîrê sibê 21ê Adarê perwedehî hat rawestandin herwiha astengdar û jinên ducanî ku di saziyên giştî de dixebitin jî sibê dikarin neçin ser kar.

Erdexan

Li Erdexanê ji ber ber û pûka zêde li dibistanê seretayî û navîn bo sibê perwerde hat rawestandin.