Rêya Qers-Îdirê hat girtin

20-03-2022
RÛDAW
Nîşan Qers Îdir Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêya serekî ya di navbera parêzgehên Qers û Îdirê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber berf û pûkê hat girtin. Herwiha bo sibê Duşembê biryara girtina tevahiya dibistanên parêzgehê jî hat dayîn.

Çend rojên dawiye pêleke berfê xwe li Bakurê Kurdistanê girtiye û rêya bi hezaran gundan hatiye girtin.

Gelek otombîl li rêya di navbera parêzgehên Qers û Îdirê asê mane û çûnûhatina li wê rêyê ji aliyê hêzên cendirme û polîsan ve hat girtin.

Tîmên Rêveberiya Rêyên Bejahî, ji bo vekirina rê xebatên xwe bênavber berdewam dikin.

Her ji ber barîna berfê, li sînorê parêzgeha Qersê dibistan bo dema rojekê hatin girtin.

Li gor daxuyaniya parêzgariyê, ji ber ku li tevahiya bajêr berf dibare, hemû dibistan sibê Duşembiyê 21ê Adarê tên girtin, herwiha astengdar û jinên ducanî ku di saziyên giştî de dixebitin jî sibê dikarin neçin ser kar.

Berf û bagerê li Qersê rêyên 240 gundan jî girtiye.

Herwiha li parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs, Mûş, Şirnex, Xarpêt, Sêrt û Çewligê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber berfê rêyên 1242 gundan hatine girtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst