Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HDPê yê Wanê Sezaî Temellî diyar kir ku di vê Newrozê de gelê Kurd ji bo çareseriya demokratîk peyamên gelekî girîng dane hemû cîhanê û got “Divê her Kurdek ku nefes digire ji bo yekîtiya neteweyî têkoşîn bike.”
SezaîTemellî ragihand ku li Tirkiyeyê aloziyeke siyasî heye û ragihand “Tifaqa Demokrasiyê li Tirkiyê hêza herî girîng a vekirina vê siyaseta xitimandê ye.”
Di derbarê pêvajoyeke çareseriyê ya nû de jî dibêje “Bêgûman dê pêvajoya çareseriyê destpê bike, bêgûman dê pêvajoyayeke aşitî û çareseriyê destpê bike. Lê ji bo vê jî têkoşîneke siyasî ya bi biryar pêwîst e.
Sezaî Temellî bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurdan û got “Kurd bêyî yekîtiyê dê di mijara çareserkirina pirsgirêka statûyê, pirsgirêka demokrasiyê û pirsgirêka aştiyê jî kêm bin.”
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî ku beşdarî Newroza Wanê bû, bersiva pirsên peyamnêrê Rûdawê Rawîn Stêrk da.
Gelek Spas, Wêneyeke çewa ye, divê çewa lê bê nihartin, hûn çewa lê dinêrin?
Dîmenekî gelek bihêz e , îsal Newroz gelek bihêz li hemû bajarên me tê pîrozkirin, li Wane jî gelek bihêz bû, li Wanê jî tevî rewşa hewa xelkê me meydana Newrozê dagirtin, tenê bi dagirtina meydanan ranawste û bi awayeke bihêz e, îrade û biryara xwe jî nîşan dide.
Em dizanin ku her sal dewlet ew tabloya ku di Newrozê de xuya dibe li gorî xwe weke nîşaneyan hin tiştan şirove dike, ew peyama ku we xwend ji aliyê wan dê bê wergirtin?
Ez wesa texmîn dikim, ji ber ku sedema sereke ya rewşa ku niha Tirkiye tê de ye ew kirîza û rewşa zehmet a ku têketiye, pêdagiriya li ser çarersernekirina pirsa Kurd e, pirsa Kurd hem ji bo dewletê û hem ji bo navçeyê , heta ku çareseriyeke demokratîk pêk neyê, ew kirîz û nearamî dê berdewam be. Ji ber wê gel, bi zelalî, hemû gelê Kurd li her 4 prçeyên Kurdistanê li rex vê çareseriya demokratîk e û di vê Newrozê de peyamên giring dide hemû cîhanê, ji ber vê li Tirkiyê hem dewlet, hem desthilata niha û hem jî opozisyonê divê siyaseteke bike ku bersiva bendewariyên welatiyan di vê mijarê de bide.
Bi mesaja ku hin li vir digrin di qonaxa li pêş de hûnê çi siyasetekê bikin ku hilbijartin li pêşiya me hene?
Em weke Partiya Demokratîk a Gelan ku şêwiriyê bi xelkê xwe û civakê dikin, di qonaxa li pêşya me de bi bijartina riya sêyemîn me tifaqa demokrasiyê ava kir, ev tifaqa demokrasiyê jî bo hemû aliyên demokrat û kesên mafê wan hatiye xwarin dê dewam bike, em hemû bi hev re dikarin guhertinê çêkin, ji ber wê tifaqa demokrasiyê bo vekirina vê xiyaseta ku xitimiye hêza herî sereke ye.
Egera avakirina eniya opozisyonê li gel hevpeymaniya Milet ji hole rabûye hûn ê bi alternative xwe ya riya sêyemîn dewam bikin?
Tifaqa me tifaqa demokrasiyê ye, weke riya sêyemîn stratejiyeke me ya zelal heye, lê em bang li hemû aliyên demokrat ên li derve dikin ku bêne nav xeta sêyemîn. Tifaqa Millet di riya xwe de berdewam dike, rêkeftina wan giringe lê têrê nake, ji ber ku hê jî rêkeftina millet û komarê di baş nêzî pirsa Kurd nabin, rêkeftina demokrasiyê rê insanî demokrasiyên din jî dide
Hûn li bendê ne ku tişteke nû qonaxeke nû ji no çareseriya pirsa Kurd çêbe?
Îro take hêza ku bikare wê yekê bike, ew xelk ku we li vê meydanê dît, li gel wan jî Partiya Demokratîk a Gelan e ku bi wan re siyasetê dike em ê vl riyê bi xebata xwe vekin, tekez qonaxa muzakereyê wê destpê bike, tekez qonaxeke aştiyê wê destpê bike, lê ji bo vê yekê xebateke bi biryar a siyasî divê hebe.
Partiyên Kurdistanî hene ku hen di navxwe de û hem jî bi HDPê re hin pirsgirêkên wan hene lê di mile din de bihevre karkirin jî berdewam e li wî milî rewş çawa ye zehmetiyan bo HDP çêdike?
Divê em bi eşkere bêjin li her ciheke dunyayê be her Kurdek divê bo yekîtiya netewî kar bike. Ji ber ku dema yekîtiya netewî nebe, mixabin mijara çareseriya demokratîk nikare armancên xwe bidest bixe . eger Kurd nebin yek ev mijara statuyê, mijara demokrasiyê û aştî jî bo gihêştin bi çareseriyê têrê nake, em di vê mijarê de gelek bi biryar in ev yekîtî bo me jî yek ji xalên sereke yên diyarkirina siyasetê ye.
Hem hilbijartin nêzîk dibin û hem jî mijara yekîtiya netewî heye , peywendiyên HDP û Herêma Kurdistanê dê çawa berdewam bikin, bendewariya we li wan çi ye?
Helwêsta HDP di vê mijarê de eşkere ye, partiyên li derveyî HDP divê bi başî vê qonaxê şirove bikin û xwendina wan hebe ji ber ku niha ew rastiya ku li başûr, rojava û bakur heye divê em bi hev re bi zelalî şirove bikin û eger em bi hevre bimeşin em dikarin zehmetiyan derbas bikin , pêşniyazkirina her riyeke din wateya wê yekê ye ku tu nanê wan kesan bixî nava rûn de ku ji vê pirsgirêkê sûdmen dibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse