Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta Cejna Newrozê û serê sala nû ya Kurdî peyamek belav kir û ragihand, “gelê Kurd ne amade ye di bin ti givaşekê de dest ji mafên xwe yên netewî berde.”
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de Cejna Newrozê û serê sala nû ya Kurdî li hemû Kurdistaniyan, bi taybetî “pêşmergeyên qehreman, hêzên Asayîşa Navxwe û kesûkarên serfiraz ên şehîd û enfalkiriyan” pîroz dike û dibêje, “Hêvî dikim rojên cejnê di nava rewşeke aram, şadî û xweşî de derbas bikin, daxwaz ji welatiyan dikim di dema seyranê de paqijiya jîngehê biparêzin û rêkarên hatinçûnê jî cîbicîh bikin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi sembolbûna cejna Newrozê di bîrdanka gelê Kurd de kir û diyar kir, “Di dirêjahiya dîrokê de Newroz bo gelê Kurdistanê herdem sembola berxwedan, rûbirûbûna sitem û zordariyê û domandina xebat, azadî û rizgarbûnê bûye. Gelê Kurdistanê niha jî berdwam e li ser xebatê ji bo parastin û berevaniya ji mafên xwe yên destûrî, bi ti awayî jî ne amade ye di bin ti zextekê de dest ji xwestek û mafên xwe yên netewî berde.”
Di berdewamiya peyama xwe ya Newrozî de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser rola giring a Herêma Kurdistanê di aramî û istiqrara li deverê de dike û destnîşan dike, “Di vê helkeftê de careke din em diyar dikin ku Herêma Kurdistanê weke her car faktereke girîng a aramî û aştiyê li deverê ye û ti carî nabe sedema gef û metirsiyan bo ti aliyekî, belku berovajî wê herdem li kêleka berevaniya li mafên xwe yên destûrî, xwedan roleke girîng û berçav jî bûye bo pêşdebirina çanda lêborîn û bihevrejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên cur bi cur ên Herêma Kurdistan û Iraqê de.”
Êvara îro li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî agirê Newrozê tê vêxistin û bi fermî sala nû ya Kurdî destpê dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse