Li Rojhilatê Kurdistanê ji bo ahengên Newrozê merc hat danîn

20-03-2022
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Newroz Îran Kurd Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojhilatê Kurdistanê rê nehatiye dayîn ti merasîmeke Newrozê ji aliyê xelkê ve bê lidarxistin û mercê moletê hatiye danîn.

Li Rojhilatê Kurdistanê heta niha çen merasîmek hatine hilweşandin, ji ber ku bi merc rê hatibû dayîn, bi wî awayî jî xelkê ew merasîm birêve nebirin.

Ji aliyê dezgehên hikûmî û emnî yên Îranê ve bi zelalî ji çalakvanan re hatiye ragihandin ku her merasîmek bê kirin, sirûdên nîştimanî bên gotin, kesên ku gotar û helbestan jî pêşkêş dikin divê di pêş de hatibin diyarkirin molet hatibe dayîn.

Li gor biryara dezgehên emnî yên Îranê di hemû merasîman de divê ala Îranê bê hildan.

Roja Înê li Îlam û li Urmiyê Supaya Pasdaran rê neda merasîm birêve biçe. Duh Şemiyê jî li Serdeştê rê li merasîma Newrozê hat girtin.

Pîrozbahiyên Newrozê li her çar perçeyên Kurdistanê berdewam in û îro li 5 parêzgehên Başûrê Kurdistanê agirê Newrozê tê pêxistin.

Herwiha li bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê ahengên Newrozê birêve diçin û îro jî dê berdewam bin. Li hinek navçeyan merasîm û agirê Newrozê di bin berfê de bû. Li hendek cihan jî polîsan rê nedan ku merasîm bi alên rengîn birêve biçin.

Li Rojavayê Kurdistanê jî li çend cihan amadekarî ji bo Cejna Newrozê têne kirin. Li gor zanyariyên Rûdawê li navçeyên Cizîrê û Kobanê xelk û rêxistin kar dikin ku ahenga Cenja Newrozê birêve bibin. Ji bo vê yekê jî, heta niha ti astengî peyda nebûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst