Agirê Newrozê li 5 parêzgehên Başûrê Kurdistanê tê pêxistin

20-03-2022
RÛDAW
Nîşan Newroz Duhok Agirî Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pîrozbahiyên Newrozê li her çar perçeyên Kurdistanê berdewam in û îro li 5 parêzgehên Başûrê Kurdistanê agirê Newrozê tê pêxistin.

Îro li Hewlêrê li Parka Şaneder, li Silêmaniyê li quntara çiyayê Gwêjê, Duhok li Parka Newroz, Helebce li nêzîkî gundê Celîle û li Kerkûkê jî li ser Kelha bajêr agirê Newrozê tê pêxistin.

Di merasîma li Duhokê de, hunermendên hemû beşên Kurdistanê wê beşdar bin. Grûpek jî wê xetîrên agir bibin ser çiyayê Kêlya Şeda.

Li Helebce jî, ji bilî agirê Newrozê, li Ebabeyle festîvalek heye. Ew festîval seet 10ê sibehê destpê dike.

Li Kerkûkê jî jibilî ahenga Newrozê, salvegera raperînê ye jî. Hem raperîn tê bibîranîn û hem jî merasîma Newrozê, lê parêzgarê bi wekalet yê Kerkûkê Rakan Cibûrî bi merc razî bûye ku salvegera Raperînê bê kirin.

Herwiha li bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê ahengên Newrozê birêve diçin û îro jî dê berdewam bin. Li hinek navçeyan merasîm û agirê Newrozê di bin berfê de bû. Li hendek cihan jî polîsan rê nedan ku merasîm bi alên rengîn birêve biçin.

Li Rojhilatê Kurdistanê rê nehatiye dayîn ti merasîmeke Newrozê ji aliyê xelkê ve bihên lidarxistin. Ji aliyê dezgehên hikûmî û emnî yên Îranê ve bi çalakvana hatiye ragihandin ku her merasîmek bê kirin, divê bi molet û merc be, nabe di merasîman de ala Kurdistanê bihê hildan, sirûdên niştimanî bên gotin.

Li Rojavayê Kurdistanê jî li çend cihan amadekarî ji bo Cejna Newrozê têne kirin. Li gor zanyariyên Rûdawê li navçeyên Cizîrê û Kobanê xelk û rêxistin kar dikin ku ahenga Cenja Newrozê birêve bibin. Ji bo vê yekê jî, heta niha ti astengî peyda nebûne. Li navçeya Şehbayê ku 5 kampên koçberên Efrînê lê hene, amadekarî ji bo ahenga Newrozê tên kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst