Berpirsên PYDê: Bawerî bi hêzên biyanî nemaye

20-03-2021
RÛDAW
Nîşan PYD Sara Xelîl Hêzên Biyanî Rûsya Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsa PYDê Sara Xelîl di derbarê hêzên biyanî de got “Gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li deverê nema baweriyê bi hêzên biyanî tîne.”

Berpirsa rêveber ya encûmena jinê di Partiya Yekîtitya Demokratîk (PYD) de Sara Xelîl ragihand ku hebûna hêzên Rûsiyayê li deverê dikarîbû êrîşên artêşa Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne lê belê hêzên Rûsî derbarê van êrîşan bê deng dimîne.

Li gorî hin çavdêrên siyasî dewleta Tirkiyê û piştî dagîrkirina hin navçeyan ji xaka Sûriyê li gel bêdengiyeke Rûsî û Emerîkî, gelek hewildan kirin hin deverên din jî dagîr bike û nimûneyên herî berçav Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê bûn.

Sara Xelîl di vê derbarê de dibêje ku nema baweriya gelê herêmê bi hêzên biyanî tê, ji ber ku rojane artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li gel bêdengiya wan hêzan, navçeyên herêmê topbaran dikin û komkujiyan çêdikin.

Berpirsa PYDê ji Rûsyayê daxwaz dike ku bi erkê xwe rabe, nemaze ku peymana Soçî di sala 2019ê de biryar da ku hêzên HSD dûrî sînor bi 30 Km vekişe, li beramberî rawestandina şer û pêkanîna gerên hevbeş yên Rûsya û Tirkiyê li seranserî sînor, herweha artêşa Sûriyê jî hêzên xwe li ser sînor belav bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Şandeyeke Îraqê ji ber êrişên Tirkiyeyê hat Hewlêrê

Şandeyeke Îraqê ji ber êrişên Tirkiyeyê hat Hewlêrê

Şandekyee bilind a ewlehiyê ya Îraqê bi serokatiya Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Îraqê ji bo gotûbêjkirina êrişên Tirkiyeyê gihişt Hewlêrê