5 jinên DAIŞî yên Rûsî hewldan ji Kampa Holê birevin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kampa Holê ragihandin ku, 5 jinên DAIŞê yên Rûsî ku xwestine ligel zarokên  ji kampê birevin ji aliyê yekîneyên wan ve hatine girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kampa Holê berbanga ragihand ku, îro Înê 20ê Adarê saet 04:00ê sibehê 5 jinên DAIŞê yên Rûsî tevî 13e zarokên xwe hewl dane ji kampê birevin, lê ew ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin.

Herwiha hatiye ragihandin ku, di nav jinên DAIŞiyên ku hatine girtin de, jina Amîrekî ya bi navê Hesen Yakub jî heye û navê wê Seîde Mewlûd Sûltane û ew di ber karê pêwendiyan di navbera berpirsên DAIŞê li Idlibê û jinên li kampê de berpirsyar bûye.

Jinên hewl didan birevin, cilekî ne wekî jinên DAIŞê yên din li ber xwe kiribûn, da ku gumanan li ser xwe rakin.