KCD: Em bi daxwaza siyaseta demokratîk pîroz dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi boneya Cejna Newrozê peyamak belav kir û tê de dibêje  ew bi daxwaza “rakirina tecrîda” ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, siyaseta demorkatîk, cîhaneke bi tendurist a aştî û çareserî lê serwer bûyî, Cejna Newroza gelan pîroz dikin.

Kongreya Civaka Demokratîk bi hatina 21ê Adarê Cejna Newrozê daxuyaniyeke nivîskî da û tê de dibêje: “Em di pêvajoyek ku li cîhanê hemû tişt serobino dibe, hêzên statuko derbeyên mezin dixwin, risk û îmkanên ku di heman bingehê de jiyanî dibin û guherînên mezin ku xwe ferz dikin re derbas dibin.Di serî de pergala modern a cîhanê,  şerên hegomon, bi penaberbûnê, koçberkirinê, zad, av û tenduristiya ku hatiye metakirin krîzên tenduristiyê pêşdixe û dixwaze kaos, antidemokratikbûn, otorîter û totaliteriya ku avakiriye înşa bike û ji bo vê di nava lêgerînê de ye.

Di peyama xwe de KCD dibêje: “Ev pêvajo, ji bo gelê Kurd û ji bo bindestan ji hemû deman bêhtir nîşaneyê pê dixe ku hêj bêhtir nêzîkî azadiyê ne. Civaka Kurd a ku bi rêxistinkirinê yekîtiya xwe ya netewî avakirî ye bi gelên din re dikare ji krîzên hatine afirandin re bibe çareserî û alternatîfên sereke. Di vê Newrozê de jî tecrîda ku sûcê mirovahiyê ye li dijî brêz Ocalan tê şidandin û bi israr tê xwestin ku bê berdewamkirin.”

KCD diyar kir ku wan biryar daye ku ji ber metirsiya belavbûna vîrusa koronayê Newroza 2020an bi girseyî pîroz nekin û dibêje: “Li hemberî gefa vîrusa ku jiyana gelê me û ya hemû cîhanê dixe xetereyê divê herkes bi berpirsiyarî tevbigere. Ji bo tenduristiya civakê ya herî rast ew e ku herkes li kolan û qadên xwe Newrozê pîroz bike.”

Di beşeke din a peyama xwe KCD ragihand: “Em careke din îfade dikin ku bi hêviya cîhanek bi tendurist, rakirina tecrîdê, çareserî û aşitî li seranserê cîhanê serwer bibe; em di serî de cejna Newrozê ya gelê Kurd û ya hemû Rojhilata Navîn pîroz dikin. Em niyaz dikin ku Newroza bûye meşaleya buhar, berxwedan û azadiyê ji bo hemû gelan aşitî, biratî, wekhevî û azadiyê bîne.”