HRE: Li Efrînê 11 çekdarên opozîsyonê hatin kuştin

20-03-2020
RÛDAW
Nîşan Hêzên Rizgariya Efrînê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – “Hêzên Rizgariya Efrînê” ragihand ku ku hêzên wan li dijî çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê, hejmarek êrîş pêk anîne û di encamê de 11 çekdar hatine kuştin û 11 çekdarên din jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyeke nivîskî derbarê çalakiyên xwe yên rojên dawîn ên li dijî çekdarên opozisyona Sûriyê de agahî dan û têde ragihand ku hejmarek êrîş pêk anîne.

Li gor daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê artêşa Tirkiyê gund û çekdarên girêdayê Enqerê li navçeyên Efrîn û Şehbayê bê navber topbaran dikin û li herêmê tevgera balafirên bêmirov didome.

Hêzên Rizgariya Efrînê herwiha da zanîn, ku li bajarê Mariê, li gundê Abîdanê yê Bilbilê û gundê Kosa yê Racoyê, û li taxên Mehmûdiyê û Eşrefiyê yên Efrînê, di navbera 8ê Adarê heta 19ê Adarê de, yekîneyên wan li dijî çekdarên girêdayî Tirkiyê, hejmarek êrîş pêk anîne.

Hat ragihand ku di encama êrişan de 11 çekdar hatine kuştin û 11 jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst