Li Rihayê 28 kew hatin azadkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê 28 kewên ku bi nêçîra qaçax hatibûn girtin, berdan siruştê.

 

Ekîbên girêdayî Parastin û Kontrola Nêçîrê yên Rêveberiya Şaxa Rihayê ya Parastina Siruşt û Parkên Niştîmanî, li ser îxbara ku li taxa Pinarbaşiyê kew tên firotin, destbikar bûn.

 

Ekîbên ku digel hêzên ewlekariyê çûn navnîşana navborî û 28 kewên ku bi nêçîra qaçax hatine girtin dîtin.

 

Derbarê 8 kesên ku dereqanûnî kew difirotin de, lêpirsîn hat destpêkirin.

 

Ekîban her 28  kewên bi qaçaxî hatibûn girtin, berdan siruştê.