Nerîna Kildan, Siryan û Aşûriyên Kurdistanê li ser cejna Newrozê

20-03-2019
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kurdistan Newroz Kildan Siryan Aşûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kildan, Siryan û Aşûrî, li Başûrê Kurdistanê sêyemîn pêkhateya mezin a netewî ne û zêdetirî 120 hezar welatiyên Kildan, Siryan û Aşûrî li bajar û bajarokên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê dijîn ku bi sedan sal e li gel Kurdan cejna Newrozê pîroz dikin.

 

Piraniya Kildan, Siryan û Aşûriyên li Başûrê Kurdistanê, li parêzgehên Hewlêr, Duhok û Kerkûkê dijîn. Ew pêkhate herwiha li parçeyên din ên Kurdistanê jî dijîn.

 

Emanuel Sindî li Duhokê  xwediyê hotelekê ye û cejna Newrozê li gelê Kurd û serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê pîroz dike û dibêje: “Yekem car ez pîrozbahiyê li serkirdayetiya siyasî dikim di serî de Mesûd Barzanî û serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û gelê Kurd li Iraq û tevahiya cîhanê.”

 

Her çend e ku cejna Newrozê taybet e ji bo Kurdan, lê êdî hemû netew pîrozbahiya vê cejnê dikin, ne tenê Kurd, ji hemû deverên Iraqê serdana Kurdistanê dikin.

 

Welatiyekî din ê Krîstiyan ê bi anvê Qeyser Fadil ku pîşeya wî dikandarî ye, derbarê cejna Newrozê de dibêje: “Ez di Newrozê e pêwendiyê ligel tevahiya hevalên xwe yên Kurd dikim. Ez ji wan re dibêjim her sal hûn hezar hezar carî di xêrê de bin û her û her bi kêf û xweşî be.”

 

Ji bilî Kurdistaniyan, xelk ji Bexdayê û cihên din ên Iraqê jî tên Başûrê Kurdistanê û pîrozbahiya Cejna Newrozê li Hewlêrê dikin.

 

Yek ji wan welatiyên Iraqî, Lehîb Dawûd e ku xwediyê hotelekê ye. Lehîb Dawûd di derbarê cejna Newrozê de ji Rûdawê re dibêje: “Me Cejna Newrozê li Besrayê pîroz dikir beriya 50 salan, ji ber ku ez ji wir im, em derdiketin seyranan li qeraxê şet Elereb, ji wê demê ve em cejnên birayên xwe yên Kurd bi wan re pîroz dikin.”

 

Dikandar, Tuwana Mueyed  jî dibêje: “Newroz cejna hemû Iraqiyan e ne tenê Kurd, lê Kurd û Ereb, bijî gelê Kurd, bijî gelê Ereb û înşellah herdem bi hev re bin.”

 

Berpirsê Kargerî ya Komeleya Mar Ûde, Cewher Rizgo jî nerîna xwe li ser cejna Newrozê û pîrozbahiyên vê cejna netewî ya Kurdan wiha tîne ziman: “Em dikarin pîrozbahiyê li wan bikin û bi wan re biçin seyranên wan yên xweş weke hemû cejnên din, lê ev cejneke pir balkêş e.Bûye cejneke niştimanî, li hemû Iraqê bêhnvedana fermî ye, birayên me yên Ereb û hemû pêkhate vê cejnê pîroz dikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst