Li Silêmaniyê ji bo 44 zarokên nexweşên penceşêrê ahenga Newrozê

20-03-2019
RÛDAW
Hunermendên Silêmaniyê ji bo zarokên ku nexweşiya penceşêrê hene, ahenga Newrozê saz kirin.
Hunermendên Silêmaniyê ji bo zarokên ku nexweşiya penceşêrê hene, ahenga Newrozê saz kirin.
Nîşan Kurdistan Silêmanî Zarok Newroz Penceşêr
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Li bajarê Silêmaniyê bi helkevta hatina cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî, ahengek ji bo 44 zarokên ku nexweşiya penceşêrê hene, hat lidarxistin.

 

Ahenga ji bo zarokên tûşbûyî bi nexweşiya penceşêrê, ji aliyê hunermendên Silêmaniyê, Mahîr Hesen, Ehmed Cola û Berzanî Qaley Xelûz hatibû organîzekirin.

 

Herwiha herdu hunermend, Niyan Ebdullah û Loqman Selîm jî beşdarî ahengê bûn û ji zarokan re çend stran gotin.

 

Di ahengê de herwiha cilûbergên Kurdî, laptop û yarî li ser zarokên ku nexweşiya penceşerê bi wan re heye, hatin dabeşkirin.

 

Hunermend Mahîr Hesen ji Rûdawê re behsa beşdariya xwe di ahengê de kir û got: “Bi rastî hestekî gellek xweş e, mezinî û şanazî ye ku em dikarin di merasimeke wiha de li gel wan zarokên ezîz û hêja de amade bibin, daku hinek ji êşa wan kêm bikin û em bikarin alîkarê wan bin û hinek ji xem û derdê kesûkarên wan kêm bikin.”

 

Mahîr Hesen herwiha bang li hemû hunermend û berpirsan jî kirk u awirekê li nexweşên penceşêrê bidin û got: “Erka ser milê me hemûyan e jî ku di merasimên bi vî awayî de amade bin, lewma ji vir ez daxwaz ji hemû wan kesan dikim, bi taybet berpirsên hizbî û hikûmetê, bi qasî ku dikarin awirekê li Nexweşxaneya Hîwa bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst