Wênekêşê talana Efrînê behsa wê rojê kir

Navenda Nûçeyan – Çekdarên opozîsyona Sûriyê ku Tirkiye piştgiriya wan dike, piştî ku roja 18ê Adara 2018an derbasî navenda Efrînê bûn, dest bi talankirina mal û mulkên welatiyan kirin. Wênekêşê AFPê Bulent Kiliç ku weneyên talankirinê kişandibû, behsa wê rojê kir.

 

Bulent Kiliç ku ji ajansa fransî ya AFPê re dixebite, roja ku Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê ketin navenda Efrînê, wêneyên çekdaran kişandin. Kiliç behsa wê rojê dike û dibêje: “Talankirin li her derê bû, min bi sedan çekdarên opozîsyonê dîtin ku li şûna şahiya serkeftinê, bi talankirinê re mijûl bûn.”

 

Kiliç eşkere kir: “Her tiştî talan dikirin, xwarin, ajel, bizin û heta kevok jî bi talan dibirin. Min çendîn sal li deverên şer (wêne kişandine), her dem tenê du-sê kes bi talankirinê mijûl dibûn, (li Efrînê) min di destpêkê de hîs nekir, piştre min dît çi qas bilez in, daku her tiştî talan bikin û bibin.”

 

 

 

 

Rayedarên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê diyar dikin ku di nav çend rojên derbasbûyî de zêdetirî 150 hezar kes ji Efrînê koçber bûne. Ji aliyê din ve Neteweyên Yekbûyî eşker kir ku raport gihiştine wan ku hinek mal li Efrînê hatine talankirin.

 

Tevî ku wêne û vîdeoyên talankirinê hatine belgekirin, fermandarên grûpên çekdar ên girêdayî Artêşa Tirkiyê dibêjin ku “Tenê ji aliyê hinek endamên Artêşa Azad a Sûriyê ve şaşî hatiye kirin, em naxwazin şaşiyên bi vî rengî dubare bibin. Divê dest li mulk û malê xelkê sivîl neyê dayîn”.

 

Gotinên fermandarên opozîsyona Sûriyê sosret e, tevî ku Bulent Kiliç wêneyên çekdaran kişandine û dibêje: “Zilamekî rûnixumandî traktoreke ku têde gelek motorsîklet hebûn bi talan dibir. Çekdarên opozîsyonê bi cilûbergên xwe yên fermî xwarin û vexwarin talan dikirin û bizin xistibûn paş pîkap û dibirin.”

 

 

 

 

Êvara yekşemê rêya ji Ezazê ber bi Efrînê gelek qerebalix bû, çekdaran bi otomobîlên vala berê xwe dabûn Efrînê û nav otomobîlan bi kelûpelan tijî dikirin û vedigeriyan Ezazê.

 

Bulent Kiliç dibêje ku hinek çekdaran navê xwe bi boyaxê li ser dîwarên hin dikanan dinivîsandin daku heta ew vegere kesekî din talan neke û talana xwe bidomîne.

 

Fermandarekî çekdarên opozîsyona Sûriyê li ser vê mijarê dibêje: “Eger em wêneya xwe ya li Efrînê di nav 10 rojan de baş nekin, dê kesek newêre bibeje em dixwazin biçin Minbicê.”

 

 

 

Ji bo wêneyên talankirinê bitikîne