Osman Baydemîr: Newroza Amedê ya Ala Rengîn e

20-03-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Newroz Amed HAKPAR HDP DBP Osman Baydemir
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Destûra pîrozbahiya Newroza Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ji aliyê parêzgariya Amedê ve derneket. Ji aliyeke din ve, HDPê û DBPê hewl didan ku li 33 navendên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi 4 rojan ango ji 17ê mehê heta 21ê mehê  pirozbahiyên Newrozê lidarbixin; lê destûr ji aliyê Hikumeta Tirkiyeyê ve ji bilî roja 21an nehate dayîn.

 

Serokê Giştî yê HAK-PARê Refîk Karakoç ew bi gazinc e,  ji ber ku parêzgariya Amedê destûr neda wan ku ew Newrozê di 18 mehê de pîroz bikin, hêceta parêzgariyê ew bû ew nikarin ewlehiya wan bigirin.

 

Refîk Karakoç ji Rûdawê re wiha got: “Çi partî sazî û komelên ku helwesta xwe wek na eşkere kiribin, hemû çalakiyên wan betal dibin, pîrozbahiya me jî ji ber wê yekê hate betalkirin.”

 

Ji aliyeke din ve, wesayîtên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li nav Amedê digerin û stranên Newrozê li nav kolanên Amedê belav dibin, destûr ji wan re derket û ew niha bang li gelê Amedê dikin.

 

Bi derketina destûra pîrozbahiyên Newroza Amed û bajarê Wanê, niha lijneyên HDPê û DBPê amadekariyê xwe bi lezgînî dimeşînin.

 

HDP û DBP  niyet bû ku li 33 navendên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji 17 mehê heta 21 an pîrozbahiyên Newrozê lidarbixin, lê li gelek deveran destûr ji bilî 21 mehê ango roja Newrozê nehate dayîn, Li parka Newroza Amedê amadekarî  niha bi dawî tên.

 

Hevserokê HDPê yê Şaxa Amedê Omer Onen jî got: “Newroza Amedê ji bo me û Gelê Kurd wateyeke xwe heye. Newroza 2013an bi naverok û peyamên xwe gelek girîng bû, Newroza 2017 an jî ji bo me gelek girîng e ji bo ku di beriya wê de gelê me êş û azar dîtin û wek cejneke ewil e ku em cejneke pîroz dikin.”

 

Parlementerê HDPê Osman Baydemîr jî li Parka Newrozê dibêje, em wek HDP bangawaziya hemû aliyan dikin werine ser xeta Newroza 2013an û bila şer rawest e.

 

Berdevkê HDPê Osmna Baydemîr jî got: “Bi rêya Rûdawê ez bang li hemû Kurd û Kurdistanê dikim, Newroza 2017an mîladeke mezin e, zilm û zext û zordarî çareserî nîne. Newroza Amedê ne tenê Newroza HDPê ye, ne tenê yê DBPê ye, ne tenê yê KCDê ye, yê hemû Ala Rengîn û yê Kurdên cîhanê ye.”

 

Li Bakurê Kurdistanê di 21ê Adarê de Newroz wek girseyî dê li du bajarên Bakurê Kurdistanê  Amed û Wanê bi 4 seatan werine pîrozkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst