FLAŞ – Rûsya li Efrînê binkeya leşkerî vedike

Navenda Nûçeyan – YPGê ragihand, ku Rûsya li Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê navendeke leşkerî vedike û dê rahênanê bi şervanên YPGê bike.

 

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl ji ajansa Reutersê re ragihandiye, ew bi Rûsyayê re rêkevtin e, ku Rûsya bingeheke leşkerî li Efrînê ava bike.

 

Rêdûr Xelîl ragihand, ku ew navenda leşkerî ya Rûsyayê “di çarçoveya hevkariya bo têkoşîna li dijî terorê” de tê vekirin.

 

Hat ragihandin, ku rêkevtina navbera YPGê û Rûsyayê duh yekşemiyê 19ê Adara 2017ê pêkhatiye.

 

Rêdûr Xelîl diyar kiriye, ku di çarçoveya rêkevtinê de, dê “Rsûay rahênan û perwerdeheya leşkerî bide şervanên YPGê”.

 

Berdevkê YPGê tekez kir, ku otmobîl û wesayîtên leşkerî yên Rûsyayê tevî leşkerên wî welatî gihîştine Efrînê.