Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand, boriya petrolê ya Kurdistanê, ku meha borî “hatibû kunkirin”, hatiye nûjenkirin lê hîn asta petrola ku tê re derbas dibe, mîna berê lê nehatiye.
Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî li ser rewşa boriya petrolê ya navbera Kurdistan û bendera Ceyhanê ya Tirkiyê de, ku meha borî hatibû kunkirin, ji Rûdawê re axivî û got, borî hatiye tamîrkirin û petrol jî tê de diçe lê hîn mîna berê lê nehatiye.
Dizeyî da zanîn ku beriya kunbûna boriyê, Herêma Kurdistanê rojane 620 hezar bermîl petrol dişand bendera Ceyhanê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê beriya niha ragihadibû, ji roja 16ê Sibata îsal ve hinartina petrolê hatiye sekinandin. Derheqê sedema wê yekê de jî hikûmetê dabû zanîn ku borî li nav xaka Tirkiyê “rastî êrişê” hatiye ji ber wê jî hinartina petrolê hatiye sekinandin. Roja 10ê vê mehê hinartina petrolê dîsa dest pê kiribû.
Destpêkê dihat gotin ku borî ji aliyê PKKê ve hatiye teqandin paşê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got, em nikarin bêjin PKKê borî teqandiye. Herî dawî hat gotin ku borî hatiye kunkirin û petrola tê de hatiye dizîn.
Li gorî hikûmetê, ji ber kunbûna boriyê nêzîkî 350 milyon dolar ziyan gihîştiye Kurdistanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse