Hewlêr (Rûdaw) - Koordîantora Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo – Polîtîkê Yuksel Gençê diyar kir ku pêvajoya heyî ne pêvajoyeke asayî ye.
Karvedanên pêvajoya çareseriyê berdewam dikin.
Li gorî gotina Yuksel Genç daxuyaniyên derbarê pêvajoyê de zelal nînin ji ber ku aliyên ku divê pêvajoyê bi rê ve bibin hîn navek li pêvajoyê nekiriye.
Yuksel Genç bû mêvanê Bultena Bakur a Rûdawê û bersiv da pirsên Sîma Abxizirê û wiha got:
“Pêvajoya ku niha li Tirkiyeyê heye ne wekî pêvajoyên aştiyê yên berê ye û ne jî dişibe pêvajoyên aştiyê yên ku di pirsgirêkên weha de li cîhanê hatine jiyîn. Li gorî vê yekê ev pêvajoyeke neasayî ye.
Navlêkirina vê pêvajoyê gelekî zehmet e û di rastiyê de ev rewşa bênav û rêya pêvajoyê ya ku hîn ne zelal e dike ku gel jî nikare helwesteke zelal li hemberî vê pêvajoyê nîşan bide.
Xuya ye ku ev pêvajo dê bi beşdarî û piştgiriya siyaseta Kurd, tevgera Kurd û Abdullah Ocalan bi pêş bikeve.
Ji ber ku di aliyê dewletê de helwesteke duserî û planeke duserî heye.
Rewşa li qadê jî vê yekê piştrast dike.
Xelk jî wisa difikire. Wekî mînak, Devlet Bahçelî wekî hevparê desthilatê dibêje ‘bila tecrîda Ocalan rabe’ bila ew were û li parlamentoyê biaxive û rêxistina xwe bide sekinandin lê AK Partî û desthilat ti gavên pêwîst ji bo vê yekê naavêje û ev yek li cem gel dibin sedema dilgiraniyan.
Di pêvajoyeke aştiyê de alî hene û divê alî îradeya xwe nîşan bidin.
Heta niha zehmet e ku mirov bibêje hikûmetê îradeya xwe ya ji bo pêvajoyeke aştiyê nîşan daye.
Ji ber ku ji destpêka pêvajoyê heta niha di 5 mehan de li Tirkiyeyê siyaseteke ewlehiyê ya tund, girtin û binçavkirin berdewam dikin.
Ev hemû nîşan didin ku ev pêvajo ne pêvajoyeke asayî ye. Dibe ku di nav dewletê de siyaseteke duserî û planeke duserî hebe.”
“Eger hikûmet aştiyê dixwaze divê tevlî pêvajoyê bibe”
Lêkoler Yuksel Gençê behsa helwesta hikûmetê ya li ser pêvajoya çareseriyê jî kir û got:
“Tê pirsîn ku çima hikûmet bi dilxwazî li vê pêvajoyê nanêre. Lêkolînên li ser herêmê û xwendina siyaseta rojane nîşan dide ku divê Pirsgirêka Kurd were çareserkirin.
Tirkiye neçar maye ku were vê nokteyê. Balansa herêmî, pergala nû ya Rojhilata Navîn aniye vê rewşê.
Bi rastî jî berevajî pêvajoya 2013-2015an, îro desthilat bi temamî ne di nav pêvajoyê de ye û berpirsiyariya pêvajoyê hilnagire.
Ew derdor û zemîna aştiyê ku ji bo pêvajoyê pêwîst e ava nake.
Lewma rewşeke cuda ji ya 2013-2015an heye. Helbet ev yek bandorê li civak û zemînê jî dike.
Ti pêvajoyeke ku hêza bicihkirinê ya desthilatê tê de nebe, nikare encamê bide.
Eger desthilat aştiyê dixwaze, divê bi awayekî zelal diyar bike bê dê bi kîjan mercan û berpirsyariyan aştiyê ava bike.
Ji ber ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn dibe ku hinek tişt li dijî xwestek û planên desthilatan jî bimeşin.
Tiştê ku rewşa çareseriya meseleya Kurd gîhandiye vê astê, pêşketinên li Rojhilata Navîn in.
Ev hemû dikarin derfetê bidin ku hinek beşên dewleta Tirkiyeyê hikûmetê ber bi pêvajoya aştiyê ve bişînin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse