HPG: Îranê kemîn li ber gerîlayan danî

20-02-2024
Nîşan HPG Îran Kemîn Gerîla
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku Îranê li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê kemîn li ber gerîlayan daniye.

HPGyê da zanîn ku gerîlayekî di vê kemîne de canê xwe ji dest daye.

HPGyê eşkere kir ku ev kemîn 26ê Kanûna Pêşîna 2023yan, li herêma Kotolê ya Xoyê hatiye danîn.

Li hêla din, gerîlayê ku canê xwe ji dest daye Engîn Demîrê bi nasnavê Dijwar Elbak e.

Hêzên Parastina Gel diyar kir ku Dijwar Elbak ji navçeya Elbakê ya Wanê ye û ew sala 2011an tevî refên gerîlayan bûye.

Dijwar Elbak

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst