Li Mêrdînê ji ber şerê dîkan ceza li 83 kesan hat birîn

20-02-2024
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Şerê Dîkan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Li navçeya Midyadê ya parêzgeha Mêrdînê, 83 kesên ku dîk berdidan hev bi 578 hezar û 250 lîreyî hatin cezakirin.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê parêzgariya Mêrdînê ve hatiye belavkirin, xeber gihaye cendirmeyan ku li gundê Darinbinê grupek dîkan berdide hev.

Kesên ku ew kar bi rê ve dibir û dîk berdidan hev hatin girtin.

Di şerê dikan de 54 dîkên şerker hatine bikaranîn.

Cendirmeyan li cihê bûyerê dest daniye ser çifteyekê jî.

83 kesên xwediyên dîkan û kesên destê wan di wî karî de heye, bi 578 hezar û 250 lîreyê Tirkî hatin cezakirin.

Dîkên ku ji bo wî karî dihatin bikaranîn jî ji xwediyên wan standin.

Aliyên pêwendîdar ew dîk radestî Rêveberiya Parastina Xweza û Parkên Niştimanî a Mêrdînê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst