Rêvebirê Giştî yê Serhat Newsê hat berdan

20-02-2024
RÛDAW
Nîşan Serhat News Siddik Guler
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêvebirê Weşana Giştî yê Serhat Newsê Siddik Guler, cezayê xwe yê girtîgehê temam kir û hat berdan.

Li ser giliyê rojnamegerekî, li dijî rojnamegerê Kurd Siddik Guler doz hatibû vekirin û 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê roja 4ê Kanûna Paşîna 2018an bi hinceta “propagandeya rêxistinê” 2 sal û 4 meh ceza lê birîbû.

Siddik Guler sala 2019an hatibû girtin û piştî 7 mehan hatibû berdan.

Piştî ku Dadgeha Bilind ceza pesend kir, Guler 18ê Kanûna Pêşîna 2023yan careke din hat girtin.

Hêzên ewlehiyê ew biribû Girtîgeha Wanê.

Guler duh cezayê xwe temam kir û hat berdan.

"Ez bi temamî 9 mehan di girtîgehê de mam"

Guler piştî ku hat berdan got:

“Wekî hûn dizanin li ser giliyê rojnamegerekî ku li vî bajarî kar dike doz hat vekirin û ceza li min hat birîn.

Ez bi temamî 9 mehan di girtîgehê de mam.

Ez di vê pêvajoya hiqûqî de spasiya parêzerê xwe Murat Timur dikim ku hemû qonax bi hûrgilî şopandin.

Dîsa di vê pêvajoyê de ji ber berdewamkirina karên Serhat Newsê spasiya rêhevalên xwe Yeşîm Karaagar, Zelal Sahîdenur Sari, Berîtan Elyakut Geçîken, Dildar Guler û Zafer Avnaş dikim.”

Guler spasiya rojnameger û rêxistinên medyayê kir ku hevkariya wî kiriye û got, dê karê rojnamegeriyê berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst