WAN – ‘Azadiya zimanê Kurdî azadiya Kurd û Kurdistanê ye’

20-02-2024
Nîşan Wan DEM Partî Kurdî Çalakî Roja Zimanê Dayîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê, 24 saziyên sivîl di çarçoveya xebatên “21 Sibatê Roja Zimanê Dayîkê” de bi pêşengiya DEM Partiyê meşiyan.

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) çalakiyên xwe yên ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî didomîne.

Li Wanê 24 saziyên sivîl di çarçoveya van xebatan de bi pêşengiya DEM Partiyê li ber Navenda Kar a Aydin Perîhanê civiyan û ber bi avahiya Navenda Lêkolînê ya Ziman Çand û Hunerê (ARSÎSA) ve meşiyan.

“Kurd, Kurdî, Kurdistan”

Qerebalixiya ku ji bo zimanê Kurdî meşiya dirûşm û pankartên “Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê”, “Kurd, Kurdî, Kurdistan” û “Zimanê me rûmeta me ye” bilind kirin.

Meş li ber avahiya ARSÎSAyê bi dawî bû û li wê derê daxuyaniya medyayê hat xwendin.

“Azadiya zimanê Kurdî azadiya Kurd û Kurdistanê ye”

Hevserokê Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar got:

“Yek ji wan zimanê ku di bin metirsiyê de ye zimanê Kurdî ye ku zimanê bi dehan milyon Kurdan e.

Bêyî zimanê Kurdî, Kurd û Kurdistan nabin. Kurd, Kurdî û Kurdistan yek pare ne û nikarin ji hev bên veqetandin.

Yek bêyî ya din nabe. Azadiya zimanê Kurdî azadiya Kurd û Kurdistanê ye.

Bîr, hişmendî, zanebûn, tekoşîn û xebatên parastin û zindîkirinê, pêşketina zimanê Kurdî jî zêdetir kiriye.”

“Divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê”

Heval Dilbihar da zanîn ku desthilat dixwaze bi rêya zext, astengkirin û dorpêçkirinê zimanê Kurdî tune bike û pê de çû:

"Divê zimanê Kurdî li hemû welatên ku Kurd li wan dijîn bibe xwedî statu û di hemû qonaxan de bibe zimanê perwerdeyê."

Ji aliyê din ve, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin rê neda ku afîş û pankartên Kurdî li bîlboardan bên daleqandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst