Parlamenterê DEM Partiyê: Sed sal in zimanê Kurdî tê bişaftin

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez got, “Li Wanê afîşên me hatin qedexekirin, li Şirnexê çalakî hatin qedexekirin lê em astengiyan nas nakin û ji bo zimanê Kurdî bibe xwedî statû û bibe zimanê perwerdeyê em dê çalakiyên xwe bi rê ve bibin.”

Partiya Galan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) bi wesîleya “21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê” dest bi rêze çalakiyan kiriye.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez beşdarî bultena Rûdawê bû û têkildarî çalakiyan axivî.

“Dê li 35 bajar û navçeyan çalakî werin lidarxistin”

Zekî Îrmez di destpêka axaftina xwe de, roja zimanê dayikê li hemû gelan û li gelê Kurd pîroz kir û têkildarî çalakiyên bi wesîleya roja zimanê dayikê got:

“Beriya 3 rojan lijneya me ya ziman, ji bo roja dayikê bernameyek eşkere kir. Bername dê heta 21ê Sibatê berdewam bike.

Di çarçoveya bernameyê de, 20ê Sibatê li 16 bajar û navçeyan meş, daxuyanî û belavkirina belavokan bi rê ve çû.

Cardin dê 21ê Sibatê li 19 bajar û navçeyan heman çalakî werin lidarxistin.

Ne tenê rêxistina DEM Partiyê, wekî din sazî û dezgehên demokratîk ên civakî jî beşdar çalakiyan dibin.

Hevalên me yên li parlamentoyê dê li ser zimanê dayikê pêşniyazpirsan pêşkêş bikin.

Herwiha dê dovîz werin hilawistin û li parlamentoyê jî dê daxuyanî werin dayîn.”

Îrmez li ser pirsa “Tê gotin ku hûn dê li parlamentoyê cilên gelêrî li xwe bikin” got:

“Di lijneya giştî de lixwekirina cil û bergan (cilên gelêrî) qedexe ye. Ji ber vê sedemê çalakiyek me ya wisa nîne.”

“Peyama me ew e ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî”

Îrmez bal kişand li ser armanca çalakiyan û got:

“Peyama me ya sereke ew e ku zimanê Kurdî bibe xwedî statû, bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê. Daxwaz û ximeta me bi temamî li ser vê ye.

Ev sed sal in, statûyek a gelê Kurd nîne, herwiha çand, ziman û hebûna Kurdan jî tine tê hesibandin. Di makezagonê de jî nîne.

Em dixwazin di vê sedsalê de pirsgirêka gelê Kurd bi awayekî demokratîk û aşitiyane were çareserkirin.

Ji bo vê jî helbet dê li parlamenntoyê û li bajarên Kurdistanê jî çalakî werin lidarxistin.”

“Li her qadê çalakî pêş dikevin”

Parlamenterê DEM Partiyê diyar kir ku sed sal in zimanê Kurdî tê bişaftin û got:

“Ji bo ev bişaftin ji holê rabe, ji bo gelê Kurd bi zimanê xwe biaxive û pêş bixe li her malî, li her qadê çalakî pêş dikevin.

Lê belê ev ne bes e. Ev pêşiya bişaftinê nagire.

Heta statûya zimanê Kurdî nebe û di mekezagonê de jî fermiyeta wê neyê pejirandin, bişaftina li ser zimanê Kurdî bi çalakiyan, wekî din bi axaftina rojane nayê astengkirin.

Ji bo vê pêwîst e statû û fermiyeta zimanê Kurdî hebe û ji dibistana dayikê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdeyê.

Heta ku ev pêş nekeve, em nikarin pêşî li ber bişafrtinê bigirin.”

Zekî Îrmez li ser guhertina navên bajar û navçeyan got:

“Gelek pêşniyazpirs jî li ser vê hatin dayîn.

Wekî din dema şaredarî di destê me de bûn, ji bo navên tax, gund û deveran bibin navên Kurdî ango navê eslî daxwazname hatin amdekirin û radestî meclîsên parêzgehê jî hatin kirin.

Lewra piştî qayûman cardin navên Tirkî li wan deveran kirin. Wekî din peykerên navdar û rewşenbîrên Kurd ên hatibûn çêkirin, hilweşandin.

Navên şaredariyan bi zimanê Tirkî û Kurdî bûn lê tabela anîn xwarê.

Helbet eger em şaredariyan bi dest bixin em dê ne tenê navê van deveran vegerînin, di heman demê de ji bo pêşxistina ziman jî çawa ku em berê dixebitîn em dê ji îro şon de jî bixebitin.”

“Em dê şaredariyan radestî îradeya gel bikin”

Îrmez da zanîn ku wrmanca me ew e ku deverên qayûm ketine ser, em careke din radestî vîna gel bikinû wiha pê de çû:

“Li deverên din jî kar û xebatên me didomin. Armanca me ew e ku em hemû bajarên Kurdistanê radestî gelê Kurd bikin. Kar û xebatên me hemû li ser vê didomin.

Vîna gel hatiye xespkirin û em dê hewl bidin ku qeyûman ji holê rakin.

Helbet em nikarin hejmara şaredariyan bêjin lê wekî hûn jî dizanin salên 2014an partiya me gelekî şaredarî bi dest xistibûn. Em dê hewl bidin ku zêdetir şaredariyan bi dest bixin.”

“Armancên me bilind in”

Îrmez têkildarî stratejiya DEM Partiyê ya li Stenbolê got:

“Rêxistina me li ser vê mijarê daxuyanî da. Armancên me bilind in. Em partiya Tirkiyeyê ya sêyemîn in.

ji bo vê yekê, kî qezenç bike, kî nestîne ew ji bo ne guncaw e. Ya herî sereke em dê çawa bi dest bixin e.

Li ser gotegotegoya “DEM Partî dê berbijêrên xwe yên metropolên mezin ên Tirkiyeyê vekişîne” Îrmez got:

“Wekî hûn dibêjin ev gotegot e. Em li gorî vê gavan navêjin. Em bi awayekî şênber tevdigerin.”

“Ji bo lihevkirinê dem derbas bû”

Îrmez li ser egera peymana bi partiyeke din re got:

“Beriya niha jî hevalên me destnîşan kir, destkeftiyek hebe, kîjan rêxistin li gorî rêbaz, rê û rêgezên me  tevbigere helbet hewce bike ji bo Tirkiyeyekî demokratîk û çareserkirina pirsgirêkan em dê gav biavêjin.

Tişta ku gelê me jî daxwaz kirî ew bû ku em berbijêrên xwe eşkere bikin û bikevin hilbijartinê bû.

Ji bo tişta hûn dibêjin (lihevkirina bi partiyeke din re) dem derbas bû.

Carnan hevdîtin pêk hatin lê niha me berê xwe daye hilbijartinê.”

Zekî Îrmez herî dawî ji bo pirsgirêka ziman a li nexweşxaneyan got:

“Ji bo çareseriyê min jî pêşniyazpirsek da. Ne min tenê bi tevahî hevalên me jî pêşniyazpirs dan.

Lijneya me ya ku li ser vê yekê dixebite jî heye.

Beriya 2 rojan dayikek Kurd a 80 salî li balafirgehê hat ragirtin. Ji ber ku Tirkî nedizanî. Ji ber ku zimanek biyanî nedizanî, ji ber ku Kurd bû û bi Kurdî tenê dizanî 2 seet û nîv hat astengkirin.

Me li Wanê afîşek daliqand. Me li ser nivîsî ‘Dem Dema Zimanê Kurdî ye, Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê’. Afîş ev bû lê belê parêzgeha Wanê afîş qedexe kir.

Wekî din niha li parêzgeha Şirnex, ji bo em çalekî û van meşan li dar nexin qedexeya çalakiyan ragihandine.

Em van astengiyan nas nakin. Ji bo zimanê Kurdî bibe xwedî statû û bibe zimanê fermî yê perwerdeyê em dê çalakiyên xwe pêş bixin.”