Li Qersê 2 otomobîl li hev qelibîn: 4 kes birîndar bûn

20-02-2024
RÛDAW
Nîşan Qers Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê 2 otomobîl li hev qelibîn û di qezayê de 4 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan roja li ser rêya sereke ya Qers-Erdaxanê 2 otomobîl li hev qelibîn.

Di qezayê de şofêrên her du otomobîlan û 2 kesên din birîndar bûn.

Herwiha şofêrên birîndar di otomobîlan de asê man.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristî û AFADê çûn cihê bûyerê û şofêrên ku ji di otomobîlan de asê mabûn derxistin.

Piştre tîmên tenduristiyê her 4 birîndar birin nexweşxaneyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst