DEM Partiyê namzedên xwe yên 3 şaredariyên eşkere kirin

20-02-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Hilbijartinên Şaredariyan Îzmîr Akin Birdal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) biryar da ku li şaredariyên bajarên mezin ên Îzmîr, Mugla û Balikesîrê jî bi namzedên xwe beşdarî hilbijartinan bibe.

Li gorî zanyariyan DEM Partiyê îro biryar da ku di hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adara 2024an de li şaredariyên mezin ên Îzmîr, Mugla  û Balikesîrê û navçeyan wan bi namzedên xwe beşdarî hilbijartinan bibe.

DEM Partî dê li Îzmîrê parlamenterê berê û parazvanê mafên mirovan Akin Bîrdal û Turkan Aslanê wekî namzed nîşan bide.

Namzedên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Balikesîrê jî bûn Mehmet Rauf Kocaman û Nazli Baybas.

Li Muglayê jî Yusuf Uludag û Candan Susoy wekî namzedên şaredariya bajarên mezin hatin nîşandan.

Ji bo diyarkirina navên namzedên hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adara 2024an û radestkirina Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Tirkiyeyê îro roja dawî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst