COLEMÊRG – 22 kîlo zêrên qaçax hatin girtin

20-02-2024
Nîşan Colemêrg Zêr Qaçax
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê, doh di nav otomobîlekê de 22 kîlo zêr hatin girtin.

Parêzgariya Colemêrgê ragihand ku tîmên Fermandariya Cendirmeyan, li ser agahiya “Dê ji Îranê bi rêyên qaçax zêr bên anîn” operasyonek kir.

Tîmên Cendirmeyan li ser rê otomobîlek rawestand û di encama lêgerîna nav otomobîlê de 22 parçe zêrên ku her yek ji wan kîloyek bû dîtin û dest danîn ser zêran.

Bihayê 22 kîlo zêr 45 milyon lîre ye ku dike nêzîkî 1,5 milyon dolar.

Bi tohmeta “qaçaxçîtiya zêran” kesekî di otomobîlê de hat desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst